Civîna "Helwesta neteweyî ya ji bo berxwedana Efrînê", ku bi pêşengiya KNK û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê li bajarê Den Haag ê Hollandayê tê lidarxistin, dewam dike.
'DIVÊ EM GIRANIYÊ BIDIN SER DÎPLOMASIYÊ'
Hevserokê berê yê KCD'ê Hatîp Dîcle got, "Li her devera cîhanê berxwedaneke mezin heye. Ev yek di asta gelan û raya giştî de bi vî rengî ye. Lê belê ji bo ku li nava dewletan û partiyên siyasî deng vede, divê karê dîplomasiyê were kirin. Gelê me bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Ji bo em hêjayî vî gelî û şehîdên xwe bibin, divê em vê têkoşînê geş bikin."
'PÊWÎSTE HER KES BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'
Bi navê YNK'ê Şêx Şemal axivî û diyar kir ku divê piştevaniya bi Efrînê re li hemû parçeyan bê mezinkirin û got, "Weke tevger, ji roja destpêkê ve em bi berxwedana Efrînê re ne. Ji bo rabûna li ber mêtingeriyê, divê em têkoşîna yekîtiya neteweyî xurt bikin. Roj roja têkoşîn û yekîtiyê ye. Pêwîste her kes bi vê berpirsyariyê rabe."
'ÊDÎ YEKÎTÎ DIVÊ'
Ji nûnerên PDK'ê yên li Ewropayê Omer Zawîty jî bêdengiya cîhanê rexne kir û got, "Me li Şengalê, li Kerkûkê dît û niha jî li Efrînê dibînin ku divê em ji Fransa û Elmanyayê ne li hêviya alîkariyê bin. DYA û dewletên Ewropayê berê xwe ji me zîvirandin. Hemû partî, beriya her tiştî partiya min divê êdî vê pirsê bike: Em çima nabin yek? Rizgariya me bi yekîtiyê dibe. Em bibi yek, hingî em ê li dijî hemû dijminan bi ser bikevin."
'LAZIM E EM LI BER NATO Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÇALAKIYAN BIKIN'
Nûnerê Ermenî Sayar Tekîn jî bêdengiya Ewropayê û hêzên cîhanê rexne kir û got, "Divê em li Ewropayê dest bi çalakiyên sivîl bikin. Divê em dengê Efrînê bi cîhanê bidin bihîstin û ji bo vê jî her tiştî bikin. Vê sîstemê beriya 100 salî Ermenî kuşt, îro jî êrîşî hemû gelan dike. Lazim e em li ber saziyên mîna NATO û Neteweyên Yekbûyî bikevin greva birçîbûnê û bikink ku ew sazî bikevin nava liv û tevgerê."
'DIVÊ KES LI BERJEWENDIYÊN XWE YÊN ŞEXSÎ NEFIKIRE'
Bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind got, "Ti partî divê li berjewendiyên xwe nefikire. Efrîn mala hemû Kurdan e. Ji bo vê divê her partî û kesayet xwedî li Efrînê derkeve. Parastina Efrînê, xwedîderketina li şehîdan herî zêde li ser Misilmanan ferz e."
'EM ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN'
Parlamentera Federal a Partiya Çep a Elman (Die Linke) Gökay Bulut jî bi navê Partiya Çep tevlî civînê bû û piştgiriya xwe nîşan da. Bulut got, "Em şerê ku artêşa Tirk li Efrînê dike şermezar dikin û dixwazin ku ev êrîş biqede. Em ji Elmanyayê jî dixwestin ku bes çekan bifiroşe dewleta Tirk û dawî li zextên ku li Kurdan dike bîne."