Li Arnhemê bîranîna şehîdan
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, şervanên ku di têkoşîna dijî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, şervanên ku di têkoşîna dijî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, Delîl Nebo, Zeluh Hemo (Avesta Xabûr) ên li Efrînê şehîd bûn, Sjoerd Heeger (Baran Sason) ê li Dêra Zorê şehîd ket û Hêzil Umer (Hêvî Amara) ya li Herekolê şehîd bû, hatin bîranîn. Bi sedan kes tevlî merasîma bîranînê bûn. Hevserokê KOMAW'ê Hêvî Huseyîn û ji malbata şehîd Hêvî Amara axivîn. Qisekeran bal kişandin ser berxwedana Efrînê û têkoşîna gelê Kurd. Hevserokê KOMAW'ê Bavê Huseyîn ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderketinê kir û got ku heta êrîşên dagirkeriyê bên şikandin divê ew li qadan bin. Merasîma bîranînê piştî belavkirina xwarina xêrê, qediya.