Li Osloyê ji bo Efrînê sê çalakî hatin lidarxistin
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo Efrînê di nava rojekê de sê çalakî hatin lidarxistin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo Efrînê di nava rojekê de sê çalakî hatin lidarxistin.
Roja Şemiyê saet 15'an li ber stasyona trenê ya navendî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya hikumetên Ewropayê hatin şermezarkirin.
Êvarê jî Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd li hev civiyan. Piştre ji vê derê heta ber qenala televîzyonê ya dewletê NRK meşiyan. Heyetek ji çalakgeran xwestin bi rayedarên televîzyonê re hevdîtinê bikin, lê belê ev daxwaza wan hate redkirin. Li gorî organîzatoran, rayedarên televîzyonê nexwestine nûçeyê li ser Efrînê çêbike. Çalakî heta nîvê şevê dewam kir.
Çalakgeran ji vir berê xwe dan avahiya ku Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg lê ye. Di çalakiyê d daxwaz ji rêveberiya Norwêcê hatek irin ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemîne.