Dewleta Tirk li Nice hate şermezarkirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li Efrînê dike, li bajarê Nice yê Fransayê hate şermezarkirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li Efrînê dike, li bajarê Nice yê Fransayê hate şermezarkirin.
Girseya gel a li ber Gara Nice li hev civiya, heta meydana Masenayê meşiya.
Di meşê de dewleta Tirk bi tundî hate şermezarkirin. Çalakgeran gotin ku li hemberî dagirkirina Efrînê wê bêdeng nemînin û timî li ser piya bin.