'Ji bo Efrînê em bi milyonek kesî dakevin qadan'

KCDK-E: Niha bombe li ser Efrînê tên barandin. Ji bejahî û hewayî ve komkujiyeke mezin tê kirin. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijî wê rê nedin vê komkujiyê.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî êrîşên qirikrinê û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Efrînê banga lidarxistina çalakiyan kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E destnîşan kir ku polîtîkaya qirker û barbar a dewleta Tirk ku berî 50 rojî da destpêkirin, niha gihiştiya asta herî giran û got, "Êdî dema gotinê qediya ye. Mirovahî di ezmûna xwe ya herî mezin de ye. Em di serdemeke welê de ne ku ne kêmî hovîtiya serdemên tarî ye. Bi tank, top, çekên herî giran û balafiran, jenosîd û komkujî li ser gelê Kurd ê bi rûmet tê ferzkirin. Artêşa Tirk a dagirker bi desteka Rûsyayê, bi bêdengiya Ewropa, DYA û Neteweyên Yekbûyî kêm maye ku bi rengekî vekirî komkujiyê bike.

Rewş gelekî cidî û krîtîk e. TC a dagirker û çeteyên wê bi 2 kîlometreyan dûrî Efrînê ne. Di her kêliyê de dibe ku komkujiyeke mezin, jenosîdekê li zarok, exitiyar, jin û hemû sivîlan bikin. Di vî şerê bê exlaq û durû de, komkujî li ser gelê Efrînê tê ferzkirin.

Niha bombe li ser Efrînê tên barandin. Ji bejahî û hewayî ve komkujiyeke mezin tê kirin. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn wê rê nedin vê komkujiyê. Ji ber vê yekê, bi şev û roj, em li ber saziyên Ewropayê yên ji vê komkujiyê berpirsyar in li hev bicivin. Em znaibin ku Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mîna wan ji vê komkujiyê berpirsyar in û dikarin pêşî li vê komkujiyê bigirin. Lewma em jiyanê rawestînin û bi milyonan kes dakevin qadan.

Roj îro ye. Sibe nîne. Dema gotinê qediya ye, dem hatiye ku em dewletên Ewropayê bixin nava liv û tevgerê. Bi vê bîr û baweriyê divê kes neçe kar, dibistanê û ji bo Efrînê bi xurtî li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe, dost û saziyên xwe, bang li jin û ciwanan dikin: Sibe em bi milyonek kesî tevlî çalakiyan bibin û ji bo Efrînê biherikin qadan."