Bi sedan kes li Freiburgê ji bo Efrînê daketin qadan

Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi rengekî girseyî şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Freiburg û derdora wê dijîn, li ber HBF a Freiburgê li hev civiyan û çalakî li dar xistin.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Terorîst Erdogan", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" meşiya.

Çalakgeran li ber avahiya Şaredariya Freiburgê mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de bal hate kişandin ser rîska komkujiyê ku li Efrînê li ser bi sed hezaran kesî heye.

Di çalakiyê de bêdengiya siyaseta cîhanê û raya giştî hate şermezarkirin.