Li Elmanyayê ji bo zarokên Efrînê çalakî

Meclîsa Jinan LîmArîn ku li bajarê Essîlngenê yê Elmanya xebatan dike, di bernameya 8’ê Adarê de ji bo zarokên Efrînê stand vekir.

10’ê Adarê saet 10-13.00’an li meydana stesyona sereke ya Esslîngê Meclîsa Jinan a Kurd LîmArîn, Courage Yekîtiya Jinnan, jinên buroya hilbijartinê ya MLPD Esslîngenê û Nurtîngen a komunal bi standya ku vekirin 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar pîroz kirin. Jinan belavok belav kirin û daxwazên xwe diyar kirin.

Di daxwazaan de hate ji wan re yên ku li Sûriyê, Iraqe, Tirkiyê li dijî terorîstên faşîstên îslamî şer dikin û ji Kurdistanê re azadî hate xwestin.

Jinên Meclîsa LîmArînê dirûşmên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana YPG-YYPJ’ê’ berz kirin û gotin pereyên ku ji firotina xwarinê ketine deste wan 20’ê Kanûna 2018’an bişînin ji zarokên Efrînê re, ku êrîşên dagirker ên Tirkiyê li ser hene.