Ciwanên Azad: Em her cihî bikin qada berxwedanê
Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li ciwanan kir ku ji bo Efrînê her cihî bikin qada berxwedanê.
Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li ciwanan kir ku ji bo Efrînê her cihî bikin qada berxwedanê.
Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li ciwanên Kurdistanî, enternasyonal û şoreşger kir."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta TC a faşîst û dewletên ku hevpariyê pê re dikin hewl didin Efrînê dagir bikin. Li Efrînê komkujî û qirkirin li ser gelê sivîl tê ferzkirin. Her ciwanên şoreşger, enternasyonalîst û Kurdistanî divê bi rengekî bê navber dakevin qadan, li gelemperiya cîhanê bi taybetî li Ewropayê her cihî bikin qada çalakiyê."
Ciwanên Azad ev bang li ciwanan kir, "Li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda û gelemperiya Ewropayê divê em her bajarî bikin qada çalakiyên xwe yên rewa, biherikin meydanan û li dijî dagirkeriyê her derê bikin Efrîn. Li ser vê bingehê em ji ciwanên li Ewropayê re dibêjin; 'Duh zû bû, sibe dereng e, îro dema wê ye' bi ruhê SERÎ HILDE di vê pêvajoya dîrokî de em pêşengiyê ji berxwedana dîrokî re bikin. Em ruhê berxwedanê yê ku Çiyageran, Harûnan, Axînan, Avestayan û şehîdên Efrînê nîşanî me dan ji bîr nekin û bi vî ruhî dakevin qadan, li dora Rêber Apo bicivin û têkoşînê geş bikin."