NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo Efrînê bang kir û got, "Divê em xwedî li rûmet, hebûn, dîrok, gel û axa xwe derkevin."
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo Efrînê bang kir û got, "Divê em xwedî li rûmet, hebûn, dîrok, gel û axa xwe derkevin."
Bi navê Hevserokatiya NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin û destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê biryara ji bo tinekirina gelê Kurd e.
Li dijî vê biryara tinekirinê NAV-DEM'ê got, "Weke gel, divê em jî bi ruhê seferberiya neteweyî xwedî li rûmet, dîrok, hebûn, gel û axa xwe derkevin."
NAV-DEM'ê diyar kir, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe dagirker dixwazin bikevin nava Efrînê û wiha dewam kir: "Ev jî tê wê wateyê ku wê qirkirin li ser bi sed hezaran mirovên me bê ferzkirin. Êdî xeterî heye ku bi sed hezaran mirovên gelekî bi rengekî komî bên qirkirin."
NAV-DEM'ê ragihand ku Erdogan ê dîktator û faşîst dixwaze li pêş çavên tevahiya cîhanê Kurdan qir bike û got, "Li dijî hêzên ku dixwazin me tine bikin, ji bo parastina hebûna xwe em neçar in heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev rastî îro baştir tê fêhmkirin."
NAV-DEM'ê dest nîşan kir ku êrîşa faşîst a li dijî Efrînê bi bazariyeke qirêj a bê exlaq a navbera Rûsya û TC hatiye plankirin û dewleta Elman jî bi desteka xwe ya çek, pere û siyasî ya ji bo dewleta Tirk bûye hevparê vî şerê bi xwîn.
NAV-DEM'ê bang li gelê welatparêz, Elewiyan, Êzidî, Xiristiyan, Misilman û hemû dost û rêxistinan kir ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinê serî rakin û wiha dewam kir: "Divê bi ruhê serhildan û raperînê dakevin qadan. Berdêla xwe çi dibe bila bibe lazim e gelê Kurdistanê di vê demê de rûmet, hebûn, dîrok, gel, ax û namûsa xwe biparêze. Pêwîste gelê me bi her awayî çalakiyên xwe yên demokratîk rewa bi kar bînin. Êdî kêr hestî dibire û gotin bê feyde ye. Divê em li kolanan, li meydanan, li pêşiya saziyên navneteweyî û parlamentan dirûşma 'pêşî li vê qirkirinê bigirin' bilind bikin. Divê gelê Kurd nîşanî dost û dijminan bide ku li ber mêtinger û dagirkeran serî natewîne."