Li balafirgeha Larnakayê çalakiya bê îteatiya sivîl

Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn li balafirgeha Larnakayê li hev civiyan û bi çalakiyeke bê îteatiya sivîl êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Kurdên li Qibrisê dijîn bi banga KCDK-E ji bo xwedî li Efrînê derkevin û bêdengiya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin, li balafirgeha Larnakayê çalakiyeke bê îteatiya sivîl li dar xistin.

Kurdistanî bi wesayitên xwe çûn balafirgeha Larnaka ya li Lîmasolê û çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakiyê du saetan dewam kir.