Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif destnîşan kir ku di serî de Rûsya hêzên navneteweyî ji komkujiya li ser gelê Efrînê berpirsyar in.
Yûsif ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku Efrîn li dijî terora Erdogan û DAÎŞ'ê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide. Yûsif got, "Ev 50 roj in gelê Efrînê li ber xwe dide. Gelê Efrîn û qehremanên wê di van 50 rojan de evsaneyên dîrokî li dijî dijminên ku erdê bi kek û hişkê wê dişewitîn in liber xwe didin. Nihe Efrîn ji bo pêkanîna komkujiyekê derheqê sedan hezaran welatiyên wê yên resen tê çemberkirin. Gelê Efrîn îro rastî komkujiyên mezin tê. Armanca Erdogan ew e ku li dijî gelê Efrînê junest pêk bîne û dîmografiya herêma Efrînê bide guhertin. Dixwaze Efrînê radestî teroristan bike."
Foza Yûsif di dewama axaftina xwe jî banga seferberiyê û rewşa awerte kir û wiha pê de çû: "Banga min ji gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û li derve ku seferberiyê û rewşa awerte ragihîn in, ev divê li her demê pêk were. Îro Efrîn e, sibe Minbice û paşê hemû Sûriyê ye. Erdogan gelê Xûta beranberî komkujiyan li Efrînê pêk bîne firot. Ji ber vê yekê divê gelê me yê Bakurê Sûriyê li her derê rabe ser piyan. Divê em li dijî sûcên wî yê li dijî mirovahiyê derkevin."
Foza Yûsif her wiha bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dû berxwedana Serdemê kom bibin, tevlî QSD’ê bibin û berê xwe bidin Efrînê.
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif civaka navdewletî bi siyaseta dualî tewanbar kir û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Em hemû dizanin ku Rûsiya ji tiştê li Efrînê pêk tê û wê pêk were berpirsyare. Ji ber ew bi dewleta Tirk re di çarçoveya Xûta beranberî Efrînê itîfaq kir. Ev bê dengiya wan û hevkariya wan wê bibe nîşaneyek şerm di dîroka Rûsya de. Rûsya bi Erdogan re li ser tunekirina gelê Efrînê lihev kiriye."
Foza Yûsif bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: "Civaka navdewletî di van 50 rojên derbasbûyî de rola sê meymûnan lîstiye. Dualîtî kiriye. Lê niha dem hatiye ku sînorekî ji terora navdewletî ku Erdogan pêk tîne bîne. Dema hatiye ku sûcên li dijî mirovahiyê ku Erdogan li dijî gelê Kurd pêk tîne, bê bidawîkirin. Em ji gelê xwe û hemû mirovahiyê re tekez dikin ku riya me riya rumetê ye, em ê bi fermandariya Avesta, barîn û Îlan rêya xwe bidomîn in.Bi gelê xwe û şervanên xwe me sembola rumetê girtiye û wê ev berxwedana me bê guman serketî be."