Li çar welatan çalakiyên ji bo Efrînê
Li gelek bajarên Swêdê û Avûstralyayê, Elmanayê û li Kanadayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û protestokirina êrîşên dagirker ên Tirk çalaki hatin kirin.
Li gelek bajarên Swêdê û Avûstralyayê, Elmanayê û li Kanadayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û protestokirina êrîşên dagirker ên Tirk çalaki hatin kirin.
Li gelek bajarên Swêdê û Avûstralyayê, Elmanayê û li Kanadayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û protestokirina êrîşên dagirker ên Tirk çalaki hatin kirin.
ALMO
Piştî nûçeyên ku artêşa Tirk û çeteyên OSO nêzî Efrînê bûne, li Malmo ya Swêdê, li Gara Trênê şeva Şemiyê Kurdistanî û dostên wan hatin cem, li gel ku qedexe bû jî çalakvanan çalakiya xwe kirin.
Çalakvanan pankarta bi nivîsa ‘’Dagirkeriya Tirkiyê û Rûsyayê şermezar bikin’ vekirin, alayên YPG-YPJ’ê hildan û li dijî dewleta Tirk û Rûsyayê dirûşm berz kirin. Çalakvanan bi nivîskî û devkî rêwî li ser êrîş û komkujiyên Tirk hişyar kirin û got, ‘’Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bijî YPG-YPJ’ê.’’
Êrîşên dewleta Tirk li navenda bajarê Goteborgê bi tevlêbûna bi sedan kesî hatin şermezarkirin. Li pêş kortêjê ji bo teşîrkirina komkujiya dewleta Tirk a li ser sivîlan jinan û zarokan qutikên bi rengê sor li xwe kirin. Çalakger bi pankarta ‘Erdoğan û DAÎŞ yek in. Zarokên me biparêzin, Efrînê biparêzin, Terorîst Erdoğan’ meşiyan û dewleta Tirk hate şermezarkriin.
HELSÎNGBORG
Çalakî bi tevlêbûna Kurdistaniyan li Meydana Knutpunktenê pêk hat û pankarta ‘Kujerê zarokan Erdoğan’ hate vekirin û wêneyên zarokên ku dewleta Tirk kuştin, hatin rakirin. Di çalakiyê de jinan û zarokan qutikên spî yên bi nivîsa ‘bi Efrînê re bin’ li xwe kirin û gotin, ‘’Kujerê zarokan Erdoğan’, ‘Bijî YPG, bijî YPJ’ê û ji Neteweyên Yekbûyî xwestin kul i dijî dewleta Tirk tevbigerin.
SYDNEY
Li Sydeyê ya Avûstralyayê jî bi banga NCKD çalakiyek ya bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiya siyasî çalakiyek hate kirin. Girse li meydana Opera House hatin cem hev. Di çalakiyê de hate gotin bêdengiya NY’yê û qada navdewletî nayê qebûlkirin.
Li ser navê Socalîst Allîancesê Susan Pîerce axivî û got, ‘’Tişta ku niha li Efrînê dibe, ji kirinên Hîtler ne cudatir e. Divê NY, DYA, YA, hikûmeta Avûstralya li dijî hikûmeta Erdoğan û çeteyên li Efrînê bêdeng neminin.’’
TORONTO
Li Toronto ya Kanadayê Kurdan û dostên wan ji bo Efrînê trafik dane rawestandin. Meclîsa Gel a Kurd a Toronto, got li ser gelê Efrînê talokeya komkujiyan heye, bang kir ku tim li meydanan bin.
KIEL
Li bajarê Kîelê ya Elmanya jî Kurd li ser piyan bûn. Çalakvanan li kolana herî şên Gaardenê hatin cem hev. Çalakî Şemiyê hate kirin û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate şermezarkirin. Hin partiyên çapgir û partiye çepgir ên Tirkiyê jî destek dane çalakiyê. Girse ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Li gel baranê jî gelek kes hazir bûn. Di axaftinan de li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin. Hevkariya dewleta Elman a bi hikûmeta Tirk re hate şermezarkirin.