Êrîşên dewleta Tirk li Ermenîstanê hatin şermezarkirin
Saziyên Kurdên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Saziyên Kurdên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Nûnerên sazî û rêxistinên Kurd ên li Ermenîstanê, li paytexta Êrîvanê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û piştgirî dan berxwedana Efrînê.
Bi navê saziyan; Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê parlamenterê Kurd Kinyasê Hemîd, Seroka Kurdistan Komîte Jinika Qadir, Endamê Avakar ê Meclîsa Şengalê Silo Durboyan, Endamê Kongreya Êzidiyan Esengê Şêx Tahir li civîna çapemeniyê axivîn.
Parlamenter Kinyasê Hasenov (Kinaysê Hemît) destnîşan kir ku ew êrîşên dewletên Tirk û Rûs ên li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin û got, "Efrîn a kal û pîrê Kurdan e û wê timî bi vî rengî bimîne."
Hemît bang li rêxistinên Kurdan kir ku li dijî vê êrîşkariyê li hev bicivin û bibin tifaq.
Seroka Kurdistan Komîte Jinikq Qadir got, "Bila dewletên Rûs û Tirk baş zanibin ku Efrîn û gelê Efrînê ne bi tenê ye. Efrîn warê Efrîniyan e."
Şêx Tahir jî bang li dewleta Rûsyayê kir ku dest ji durûtiya xwe berde û got, bazara li ser xwîna Kurdan wê ti carî Rûsyayê bi ser nexîne.
Silo Durboyan jî berxwedana gelê Efrînê silav kir û got, ew bi berxwedana serdemê re ne.