ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurdan li Kolnê ji bo Efrînê dest bi kampanya 'dermên' kirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Efrînê kampanya 'komkirina dermên' dest pê kir. Kampanya ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ya Kolnê ve hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de li ber Dêra Domê kon hatiye vedan. -
Ji bo Efrînê li Luzern û Creilê çalakî hatin kirin
Li Kantona Luzern a Swîsreyê û li bajarê Creil ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina dewleta Tirk daketin qadan. -
ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Nîsana 2018'an. -
Li Melboûrnê tûrîzma Tirkan bi afîşan hate boykotkirin
Li bajarê Avûstralya Melboûrnê ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê çalakiya bi afîşan hate lidarxistin. -
Li Meclîsa Şaredariya Lîvorno ji bo Efrînê pankart hate daliqandin
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi armanca piştgirîdayîna Efrînê li avahiya Meclîsa Şaredariyê pankarteke mezin hate daliqandin. -
Çalakiya kon a li Helsîngborgê kete roja duyemîn
Kurdên li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê dijîn ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyeyê roja Sêşemê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de jî domiya. -
Li Amsterdam û Brukselê, Tirkiye û NATO hate protestokirin
Li paytexta Hollanda Amsterdamê û paytexta Belçîka Brukselê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê û piştgiriya NATO’yê bi çalakiyan hate protesto kirin. -
Parastina Demîrtaş: Dewletê berê xwe da dek û dolaban
Demîrtaş, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Armanca wan ne cezakirina me bû. Armanca wan ew bû ku vê lêgerîna çareseriyê bi dawî bike. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin dek û dolab çêkirin.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Trûmp ji Rûsyayê re got: Hazir be, moşekên me tên!
Rageşiya di navbeyna DYA û Rûsyayê de geştir dibe. Serokê DYA'yê Trûmp got, "Rûsya hazir be, moşekên me tên." -
Ceza li ser ceza li Eren Keskîn dibirin
3 hezar lire li Rêvebera Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn birîn. -
Kurd ji siyaseta Elmanyayê ya li ser Efrînê aciz in!
Li gorî encamên anketekê ku li Elmanyayê di nava Kurdistaniyan de hate kirin, piraniya Kurdên li Elmanyayê ji siyaseta hikukmeta Merkel a li ser êrîş û dagirkirina Efrînê aciz in. -
Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê hatin desteserkirin
Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin desteserkirin. -
Zêdeyî 100 sal in çekên kîmyewî têne bikaranîn
Çekên kîmyewî ku hate îdîakirin dawiya vê hefteyê li Sûriyeyê hate bikaranîn, careke din kete rojeva cîhanê. Ev çekên ku hatine qedexekirin, di dîroka cîhanê de gelek caran bi rengekî bê rehm hatine bikaranîn. -
KCDK-E ji dozgerê federal ê Elman xwest ku dozê li Erdogan veke
KCDK-E: Em bang li dozgerê federal ê Elmanyayê dikin ku bi erka xwe rabe. Erdogan polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan li Elmanyayê jî dimeşîne û ji bo êrîş li Kurdan û mûxalîfan bê kirin fermanê dide. -
Desteka çepgiran a ji bo Kurdan ji dewleta Elman re bûye derd
Desteka tevgera çep a Elman ji bo Kurdan ku dema dawî xurt bûye, hêzên îstîxbaratê aciz kir. -
ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Nîsana 2018'an. -
Li Helsîngborgê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Helsîngborg a Siwêdê dijîn, bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û hewildana dagirkirina Başûrê Kurdistanê îro li navenda bajar Kon vedan. -
Rûjbûna Ocalan û damezirandina PJAK’ê li Karlstadê hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 14’emîn salvegera damezirandina PJAK’ê li bajarê Karlstad ê Swêdê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan bi aktivîteyekê hate pîrozkirin. -
Leşker tên kuştin, artêşa Tirk dibêje ji zinar ketiye
Artêşa Tirk ragihand ku leşkerekî wan di operasyona li navçeya Çelê ya Colemêrgê de ji zinar ketiye û miriye. Hêjayî bîrxistinê ye ku leşkerên di operayonên de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve tên kuştin, artêşa Tirk dibêjin ji zinar ketiye. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Avcilarê 4 HDP’yî hatin girtin
Di serdegirtina polîsan a li avahiya HDP’ê ya navçeya Avcilar a Stenbolê de 23 kes hatibûn destgîrkirin. Hevserokê Navçeyê Mahmût Çakan jî di nav de 4 kes hatin girtin. -
3 edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî û xebatkarek hatin girtin
Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 3 edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku hatibû desteserkirin û xebatkarek hate girtin. Her wiha 3 xebatkarên rojnameyê jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan. -
Rojnameya welat nayê çapkirin lê dîktator hê jî dide komkirin
Ji ber zextên rejîma Erdogan ku çapxane naxwazin rojnameya Welat çap bikin, têkildarî rojnameya Welat biryara komkirinê hate dayîn. -
Temellî: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiyê ye, sazûmankirina faşîzmê ye."