Li Melboûrnê tûrîzma Tirkan bi afîşan hate boykotkirin
Li bajarê Avûstralya Melboûrnê ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê çalakiya bi afîşan hate lidarxistin.
Li bajarê Avûstralya Melboûrnê ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê çalakiya bi afîşan hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li Melboûrnê dijîn, çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê didomînin. Ji bo protestokirina dagirkerî û komkujiyan, ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk afîş hatin danîn.
Ciwanan li caddeyên qerebalix û li piran pankart û afîş daliqandin. Di afîşan de nivîsên ‘Tirkiye ji Efrînê derbikeve’, ‘Komkujiyên li Efrînê rawestînin’ û ‘Boykota tûrîzma Tirk’ hatibûn nivîsandin.