Li Avcilarê 4 HDP’yî hatin girtin

Di serdegirtina polîsan a li avahiya HDP’ê ya navçeya Avcilar a Stenbolê de 23 kes hatibûn destgîrkirin. Hevserokê Navçeyê Mahmût Çakan jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Avcilara Stenbolê di 4’ê Nîsanê de polîsan bi ser rêxistina HDP’a Avcilarê de girtibûn. Hevserokên HDP’a Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmut Çakan û zarok jî di nav de 23 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeyên li emniyetên kesên hatibûn destgîrkirin derxistin Edliyeya Çaglayanê.

Bi hinceta ‘Propaganda rêxistinê kirine’ 23 kes sewqî dadgehê kirin. Hevserokê HDP’ê Mahmut Çakan, endamên HDP’ê Yalçin Demîr, Abdullah Tima û Mevlut Yalpazoglû bi heman hîncetê hatin girtin. 19 kesên din jî hatin berdan.