Li Amsterdam û Brukselê, Tirkiye û NATO hate protestokirin

Li paytexta Hollanda Amsterdamê û paytexta Belçîka Brukselê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê û piştgiriya NATO’yê bi çalakiyan hate protesto kirin.

Çalakî di bin pêşengitya TJK-A ve hate lidarxistin û di çalakiyê de pêlavên ku nûnertiya sedan sivîlên jiyana xwe ji dest dayîn li qadê hate danîn, li ser her pêlavekê navek hate nivîsin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku ‘Bi çekên NATO’yê sivîlên ku hatine qetilkirin bi van pêlavan em didin NATO yê’.

Çalakgeran ragihand ku armanca wan balkişandina li ser sivîlên ku bi çekên NATO tên qetilkirin û bi taybet tankên Leopart ên Elman ku li Efrînê tên bikaranîn. Di çalakiyê de materyalên ku nûnertiya tankên Leopart, hevkariya Tirkiye-DAIŞ’ê hatin bikaranîn.

Li paytexta Belçîka Brukselê jî heman çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Platfroma Piştevaniya bi Efrînê re li navenda bajêr pêk hat. Çalakgeran di çalakiyê de daxwaz kir ku li dijî mirinên sivîlan bêdeng nemînin, li pêşiya garê pêlav danîn û bal kişandin li ser komkujiyên dewleta Tirk ku bi çekên NATO yê pêk tîne.