ROJANE
DEM Partî bi wesîleya cejnê li gelek bajaran bi gel re civiya. Pervîn Buldan a ku li Wanê axivî, bal kişand ser pêvajoyê û got, “Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Dayikên Şemiyê cara 1054’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin.
Kampanyaya ‘’Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’’ ya Platforma Aşitî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) her ku diçe mezintir dibe.
Zubeyîr Aydar diyar kir ku hikûmetê têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst neavêtine û got, “Em dibînin ku hikûmet tişta dikeve ser milê xwe pêk nayîne. Mijûlbûnek xuya dike. Divê wiha nebe. Divê bi samimiyet nêz bibe. Ev kar yekalî nameşe.”
Em perspektîfa Rêber Apo diweşînin ku ji Kongreya 12'emîn a PKK'ê re hate şandin û li Serxwebûnê hate weşandin.
Hemû Nûçe
-
Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê li nava Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî got, ew hêvîdar in ku mekanîzmaya sê alî ya ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê zextê bike ji bo Tirkiye yekîneyên xwe yên leşkerî vekişîne.
-
-
'Gelo Elmanya dewleta hiqûqê ye yan a polîsan e?'
Polîsên Elman 5’ê Nîsanê bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hannoverê de girtin. Siyasetmedarên Kurd ev şêla bi korsanî şermezar kirin û li dijî hevkariya sûc a hikûmeta Elman û dewleta Tirk helwest nîşan dan.
-
-
-
-
Elmanya ji pirtûkên Ocalan ditirse
Li girtîgeha Mannheîmê gaveke skandal a ku ne kêmî gavên AKP’ê yên li Tirkiyeyê hate avêtin. Rêveberiya girtîgehê sê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber naverokê nekir girtîgehê.
-
Behaneya êrişa Balayanê
Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dixwaze êrişeke dagirkeriyê bide destpêkirin. Beriya dagirkeriyeke bi vî rengî, ji bo ku hêzên siyasî yên Başûr û Tevgera Azadiyê ya Kurd bîne hemberî hev, deverên şên ên sivîl lê bombe dike; sivîlan qetil dike.
-
-
-
-
-
Hevserokên KCDK-E û NAV-DEM’ê bang kirin
Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç li gel Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer, bi armanca protestokirina serdegirtina li ser Navenda Civaka Kurd a li Hannoverê banga tevlîbûna çalakiyên bê lidarxistin kirin.
-
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
-
-
-
Dergeha Elewî ya OWL Bîelefeldê alîkarî da Efrînê
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo sed hezaran welatiyên Efrînê yên ji ber êrîş û hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê neçar manbûn li Herêma Şehbayê bi cih bibin, Dergeha Elewî ya OWL Bîelefeld jî destê alîkariyê dirêj kir.
-
-
Parlementerê Fransayê: Em bi berxwedêrên Kurd re ne
Duh li parlementoya Fransayê civîneke komîsyonê hate lidarxistin û sefîrê Tirkiyeyê jî tevlî vê civînê bûn. Di civînê de rexneyên giran li dewleta Tirk hate kirin. Parlementerekî Partiya Komunîst qala ‘barbarî’ û ‘paqijiya etnîk’ kir.
-
-
‘Çareserî pradîgmaya Ocalan e’
Li Nisêbînê bi boneya rojbûna Ocalan panelek hate lidarxistin. Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan anî ziman ku çareserî bi pradîgmaya Ocalan dibe û banga “Xwedî li Rêbertiya xwe derkevîn.” Kir.
-
-