KCDK-E ji dozgerê federal ê Elman xwest ku dozê li Erdogan veke

KCDK-E: Em bang li dozgerê federal ê Elmanyayê dikin ku bi erka xwe rabe. Erdogan polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan li Elmanyayê jî dimeşîne û ji bo êrîş li Kurdan û mûxalîfan bê kirin fermanê dide.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşa li dijî konê li Stuttgartê ji bo Efrînê hatibû vedan hate kirin û desteka Erdogan a ji bo êrîşkarê nîjadperest daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E de hate gotin, "Nîjadperestê Tirk Yûsûf Unsal bi fermana Erdogan êrîş bir ser konê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hatibû vedan. Polîsan provokator destgîr kir, lê tavilê ew berda. Ev yek cesaretê dide van çeteyan. Dîktatorê dewleta Tirk a qirker Erdogan û Serokwezîrê wê Bînalî Yildirim heman piştî êrîşê bi rêya telefonê li provokator geriyan û ew pîroz kirin.

Şefên UETD ku rêxistina çete ya paravan a li Elmanyayê ye, serdana provokator kir. Erdogan qîma xwe bi vê neanî û bi rêya telefonê lê geriya û gotinên şoven kir: 'We nîşan dan bê Tirkek bedela çi ye. Ev gelekî girîng e. Her tim bi vî rengî tevbigerin'. Bi vê gotinê êrîşkarê faşîst pîroz û teşwîq kir. Dîktator Erdogan ku pesnê provokasyon û provokator da û fermanên nû da, bi pesindayin û teşwîqkirina êrîşê re li Elmanyayê sûc kiriye. Bi vî rengî telîmat daye çeteyan ku li Ewropayê bikeve nava provokasyonên nû û êrîş bikin.

ERDOGAN BI RÊYA ÇETEYÊN XWE LI EWROPAYÊ HEWL DIDE PROVOKASYONAN BIKE

Demeke dirêj e em belge û agahiyan bi raya giştî re parve dikin ku li gorî van belgeyan dewleta Tirk hewl dide polîtîkaya xwe ya gemarî ya li dijî Kurdan bigihîne Elmanya, Ewropayê û ji bo êrîşî Kurdan û mûxalîfan bike, komên çete bi rêxistin dike. Tevî vê yekê jî Elmanya tevdîrên pêwîst nagire û rêxistinbûna çeteyan ji nedîtî ve tê.

Bêdengiya Elmanyayê ya li pêşberî rêxistiniya çete ya Erdogan û negirtina tevdîran, hêzê dide çeteyên dewleta Tirk ku êrîş bikin. Tevî hemû hişyariyên me, eger li dijî van çeteyan tevdîrên pêwîst neyên girtin, wê saziyên pêwendîdar berpirsyarê hiqûqî û siyasî yê bûyereke gengaz be.

Bi navê KCDK-E em bang li dozgerê federal ê Elmanyayê dikin ku bi erka xwe rabe. Erdogan polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan tîne Elmanyayê û ji bo êrîş li Kurdan û mûxalîfan were kirin fermanê dide. Ji ber vî sûcî divê tavilê doz li Erdogan were vekirin."

KCDK-E diyar kir ku hikumet li dijî provokasyon û sûîqestên siyasî yên dewleta Tirk ên li dijî Kurd, Elewî, Ermenî, Asûrî, Akademîsyen, Rewşenbîr û rojnamevanên li Elmanyayê tevdîran nagire û bang li raya giştî, çapemenî û siyasiyên Elmanyayê kir ku zextê li hikumetê bikin ji bo tevdîran bigire. KCDK-E got, "Li dijî êrîş û provokasyonên dîktator Erdogan û çeteyên wî, em bi hev re têkoşîna ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê xurt bikin."

KCDK-E ji gelê Kurd û dostan jî xwest ku li dijî provokasyonên Erdogan û ajanên dewleta Tirk hişyar bin û got, "Em rê nedin şer û şîdetê. Li dijî dagirkirina Efrînê û dîktatoriya Erdogan em têkoşîna xwe ya demokratîk, aştiyane, siyasî û hiqûqî xurtir bikin."