Ceza li ser ceza li Eren Keskîn dibirin

3 hezar lire li Rêvebera Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn birîn.

Cezayê ku li Rêvebera Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Hevşaredara Hezroyê ya DBP’yî Guler Ozsavcî birîbûn ji hêla Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya Stenbolê ya duyemîn ve hate pejirandin.

Dadgehê bi hinceta ku dewlata Tirk û saziyên wê kêm kirine cezayê girtîgehê yê 6 mehan li Keskîn û Ozsavcî birîbû.

Dadgehê li ser Ozsavcî biryara taloqkirina cezayê dabû û bi tevdîra serbestiya kontrolkirî ew berdabû, her wiha cezayê 6 mehan ê ji bo Keskîn kiribûn 3 hezar lire.

CEZAYÊ KU STANDÎ

Li ser Keskîn heta niha 143 doz hene û heta niha 355 hezar û 920 lîre ceza dane, ji van 105 hezar û 920 lîre hate pejirandin. Li dadgeha bilind jî cezayê pereyan ê bi qasî 250 hezar lire heye û 12 û sal û nîv jî cezayê girtîgehê.