3 edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî û xebatkarek hatin girtin

Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 3 edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku hatibû desteserkirin û xebatkarek hate girtin. Her wiha 3 xebatkarên rojnameyê jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

Edîtor û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ji aliyê 7’emîn Dadeha Cezayê Sulh a Stenbolê ve hate dagirkirin jî di nav de 7 kes birin Edliyeyea Stengol a li Çaglayanê. Dozger ê îfadeya rojnamevanan negirt, Mehemet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglû, Hîcran Ûrûn, Pinar Tarlak û Ramazan Sola bi daxwaza girtinê sewqî 3’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê. Xebatkarê rojnameyaê Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê yê rojnameyê Mehmet Beyazit bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Çelebî, Hacioglû, Ûrûn û Tarlak ê dadgehê îfadeya wan girt, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtinê da û Demîrkiran, Sola û Beyazit jî bi şertê kontrola edlî berda