Rûjbûna Ocalan û damezirandina PJAK’ê li Karlstadê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 14’emîn salvegera damezirandina PJAK’ê li bajarê Karlstad ê Swêdê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan bi aktivîteyekê hate pîrozkirin.

Di aktivîteya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdê şoreşê ve destpê kir de ji endamê komîteya PJAK’ê Hemît Nergî axivî. Nergî bibîr xist ku bi saya felsefe û îdeolojiya Ocalan Kurd li çar paçeyên Kurdistanê rabûne ser lingan û bi saya vê felsefê li Rojavayê Kurdistanê jiyan ji nû ve tê avakirin.

Li ser navê Navenda civaka Demokratîk a Kurd a Karlstadê Memed Bazîd jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn a ku kaos, kirzî û şer jê xilas nabe yekane rêya çareseriyê projeya Ocalan a konfederalîzma demokratîk e.

Bazîd bibîr xist ku gel Kurd bi ti awayî tecrîda li ser Ocalan na pejirîne û got: “Ji bo gelê Kurd û dostên wan vê tecrîdê bi dawî bike divê hê xurtir têkoşînê bike.”

Dîsa di dewama bernameyê de li ser navê Partiya Keskan a Derdorparêz Asa Zend jî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û şidandina tecrîda li ser Ocalan û got: “Tirkiye bi vê pêkanînê li dijî hiqûqa navneteweyî tevger dike.” Zend daxwaz kir ku divê leşkerên Tirk ji Efrînê bên derxistin.

Kurdistaniyan bernameya pîrozbahiyê bi gerandina govend û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî kirin.