Çalakiya kon a li Helsîngborgê kete roja duyemîn

Kurdên li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê dijîn ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyeyê roja Sêşemê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de jî domiya.

Di çalakiyê de li pêşiya kon axaftin hate kirin û êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Çalakgeran bang li raya giştî ya Swêdê kirin ku bila tûrîzma Tirkan û malên wan boykot bikin.

Wêneyên sivîlên ku dewleta Tirk û çeteyên OSO’yê ew qetil kiribûn û wêneyên gundên Başûrê Kurdistanê yên ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê wêran bûne jî li kon hate daliqandin.

Gel eleqeyeke germ nîşanî çalakiyê da û çalakî ew ê roja Pêncşemê êvarî bi dawî bibe.