Desteka çepgiran a ji bo Kurdan ji dewleta Elman re bûye derd

Desteka tevgera çep a Elman ji bo Kurdan ku dema dawî xurt bûye, hêzên îstîxbaratê aciz kir.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn li ser mijarê raporek amade kir û diyar kir ku Elmanan li gelek bajaran ji bo Efrînê xwepêşandanên piştevaniyê li dar xistine.

Ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û vir ve gelên li Elmanyhayê dijîn piştgiriyê didin gelê Efrînê. Di vê dema berxwedana Efrînê de li gelek bajarên Elmanyayê ku qet Kurd lê nînin xwepêşandan hatin lidarxistin. Vê yekê bala hêzên ewlekariyê yên Elman kişand.

Yekîneya Eyaleta Sachsenê ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ye bi navê "Piştgiriya xurt a çepa Elman a radîkal bi alîgirên PKK'ê re" raporek amade kir. Di raporê de bi taybetî tê destnîşankirin ku li bajarên Dresden, Leipzig, Gorlitz, Bautzen û Chemnitzê yên li rojhilatê Elmanyayê ne, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê xwepêşandan hatine lidarxistin.

Di raporê de hate ragihandin ku xwepêşandanên li van bajaran ji aliyê komên çep ên Elman ve hatine organîzekirin û birêvebirin û li ser xwepêşandanan agahî hatin dayin. Her wiha hate gotin ku çalakiyên bê îteatiya sivîl ên ji bo Efrînê li dijî rêxistinên partiyên hikumetê SPD û CDU hatin kirin, ji aliyê komên çep ve hatine organîzekirin.

Hate îdîakirin ku êrîşên li dijî mizgefta DÎTÎB'ê û hin qereqolên polîsan ên li bajarê Leipzigê ji aliyê komên çep ên radîkal ve hatine kirin. Îstîxbarata Eyaleta Sachsenê herî dawî ragihand ku ne tenê di pêvajoya Efrînê de, bi giştî jî komên çep ên li eyaletê piştgiriyeke xurt didin tevgera azadiyê ya Kurd.

'HETA KU ÊRÎŞÊN LI DIJÎ YPG'Ê BIDOMIN WÊ XWEPÊŞANDAN DEWAM BIKIN'

Li ser xwepêşandanên ji bo destekkirina Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, nêrîneke din a bi heman rengî ji Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal hat.

Di bultena mehan ya rêxistinê de ku li malpera wê ya înternetê hate weşandin beşeke bi sernavê "Nerazîbûna PKK'ê ya li êrîşa leşkerî ya li Efrînê" cih girt. Di vê beşê de bi qurtasî qala bandora şerê Efrînê ya li Elmanyayê hate kirin. Di bultenê de ev şîrove hate kirin: "Heta ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî hêzên YPG'ê yên li Sûriyeyê bidome, wê çalakî û xwepêşandanên li Elmanyayê jî dewam bikin."