Leşker tên kuştin, artêşa Tirk dibêje ji zinar ketiye

Artêşa Tirk ragihand ku leşkerekî wan di operasyona li navçeya Çelê ya Colemêrgê de ji zinar ketiye û miriye. Hêjayî bîrxistinê ye ku leşkerên di operayonên de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve tên kuştin, artêşa Tirk dibêjin ji zinar ketiye.

Leşkerên di şerê li dijî gerîlayên HGP’ê de tên kuştin, artêşa Tirk û çapemeniya wê diyar dikin ku di zinaran de ketiye û miriye.  Artêşa Tirk ragihand ku 10’ê Nîsana 2018’an leşkerên derketin opersyonê ji zinar ketiye û miriye.

Têkildarî mijarê HPG'ê ti daxuyanî ne daye.

Hêjayî bibîrxsitiyê ku leşkerê bi navê Yûsûf Demîryurek ê ku dewleta Tirk digot ‘ji zinaran de ketiye’ derket holê ku di çalakiya gerîlayan de hatibû kuştin. Roja 28’ê Mijdara 2018’an hêzên gerîla li dijî leşkerên ku li herêma ‘Şehîd Bager’ a nêzîkî tepeyê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê Colemergê bicih bûbûn, çalakiyek lidar xistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û dewleta Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê durxistibû.

Vaye kêliyên ku leşkerê bi navê Yûsûf Demiryurek ji zinaran dikeve...