Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê hatin desteserkirin
Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin desteserkirin.
Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin desteserkirin.
Li navçeya Çayirovayê ya Kocaeliyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan vê sibehê, piştî ku polîsan bi ser malên wan de girtin, ew desteser kirin.
Piştî ku polîsên Tirk li malê geriyan bi ser avahiya navçeyê de jî girtin û dest li ser hemû ewraqan danîn.