Ji bo Efrînê li Luzern û Creilê çalakî hatin kirin
Li Kantona Luzern a Swîsreyê û li bajarê Creil ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina dewleta Tirk daketin qadan.
Li Kantona Luzern a Swîsreyê û li bajarê Creil ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina dewleta Tirk daketin qadan.
Çalakger êvara Çarşemê li Muhlenplatz a Luzernê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Pêşî li Jenosîda li Efrînê bigirin" û alên YPG/YPJ'ê hildan. Çalakî ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ve hate organîzekirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate ragihandin ku sivîlên li Efrînê hatine kuştin û yên mayî jî neçar hatine hiştin ku koç bikin. Çalakgeran dirûşmên "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Kujer Erdogan", "Bijî piştgiriya navneteweyî" qîriyan.
Hevserokê Meclîsa Gel a Luzernê Kadrî Ozkan daxuyaniyek da û piştre çalakî qediya.
Heman rojê saet 19'an li bajarê Creîl ê Freansayê mîtîngek hate lidarxistin.
Girseya gel bi dirûşma "Tirkiye ji Efrînê derkeve" li ber gara trenê li hev civiya û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Çalakgeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û komkujiyên ku kiriye şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhana rojava da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku NATO û Rûsya hevparê vî sûcî ne û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku pêşî li dagirkeriyê bigire.