Zêdeyî 100 sal in çekên kîmyewî têne bikaranîn

Çekên kîmyewî ku hate îdîakirin dawiya vê hefteyê li Sûriyeyê hate bikaranîn, careke din kete rojeva cîhanê. Ev çekên ku hatine qedexekirin, di dîroka cîhanê de gelek caran bi rengekî bê rehm hatine bikaranîn.

Çekên kîmyewî ji madeyên jehrê yên kîmyewî têne çêkirin. Çekên kîmyewî di dîroka modern de ji aliyê gelek welatan ve hatine bikaranîn. Ji pirtûkên dîrokî tê zanîn ku di Serdema Navîn de bi zanebûn nexweşî li gelek bajaran hatine belavkirin û bi vî rengî di şer de serketin hatiye bidestxistin. Di şerê sedsala 20'î de jî ev rêbaza li derveyî mirovahiyê gelek caran hate bikaranîn.

Çekên kîmyewî herî zêde di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hate bikaranîn. Tevî ku çekên kîmyewî sala 1907'an bi Peymana Laheyê re hate qedexekirin jî, gelek welat wê wextê tevlî peymanê nebûn.

DI ŞERÊ YEKEMÎN Ê CÎHANÊ DE RÊ LI BER MIRINA 90 HEZAR MIROVÎ VEKIR

Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de yê navbera salên 1914-1918'an, Elmanyayê li dijî hêzên Rûsya, Îngilîstan, Fransa û Belçîkayê gazên klor, hardal û yên çavan dişewitînin bi kar anî. Bi deh hezaran leşker ji ber bandora van madeyên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku 4 ji sedî yê mirovên di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de mirin ji ber gazên bi jehr bû.

Elmanan destpêkê di Çileya 1915'an de li Eniya Rojhilat bi deh hezaran topên ku gaza çav dişewitîne tê de bûn avêtin Rûsan. Ji ber ku hewa sar bû, gazê tesîr li leşkeran nekir.

Di vî şerî de her wiha gaza klorê ya ji aliyê şîrketên BASF, Bayer û Hoechst ve hate hilberîn, hate bikaranîn. Ji şahiya şer tê zanîn, gaza klorê cara yekê Çileya 1915'an hate bikaranîn û nêzî 150 efserên Îngilîz hatin kuştin. Tê texmînkirin ku di heman şerî de bi hezaran ton gaza fosjen hatiye bikaranîn.

Zelal bû ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Fransa û Brîtanyayê jî gazên bi jehr bi kar anîn. Elmanan zêdeyî 18 hezar ton fosjen bi kar anî, Fransayê jî zêdeyî 15 hezar ton bi kar anî.

Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de nêzî 90 hezar leşker ji ber gazên bi jehr jiyana xwe ji dest dan, 1,3 milyon birîndar bûn û bandora gazên kîmyewî bi salan dewam kir. 56 hezar leşkerên Çarlikê Rûsyayê di şer de ji ber gazên bi jehr jiyana xwe ji dest dan. Elmanyayê 9 hezar, Fransa û Brîtanyayê jî her yek ji wan 8 hezar windahiyên xwe ji ber gazê dan.

Di şerê navbera Bolşevîkan û Menşevîkên destek ji cîhana rojava digirtin de, ku piştî Şoreşa Cotmehê li Rûsyayê rû da, gazên bi jehr gelek caran hatin bikaranîn.

TEVÎ PROTOKOLÊ JÎ BÊ NAVBER HATE BIKARANÎN

Protokola Cenevreyê ku sala 1925'an hate îmzekirin, yekemcar di asta navneteweyî de gazên bi jehr qedexe kir. Protokol ji aliyê Civata Neteweyan a wê wextê ve hate qebûlkirin, lê belê welatên ku mohra xwe danîn binê peymanê wê sozên xwe bi cih neanîna. Mînak; dîktatoriya Mussolini ya li Îtalyayê, sala 1936'an di dema dagirkirina Etiyopyayê de gaza hardalê bi kar anî û gelek kes ji ber vê yekê mirin.

Di şerê Japonya-Çînê de jî ku sala 1937'an beriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê dest pê kir, çekên kîmyewî gelekî hatin bikarnaîn. Sala 1943'an Elmanya Nazî keştiyeke Amerîkî bombe kir û ji ber gaza hardalê ya ji keştiyê belav bû zêdeyî hezar kes mirin.

NAZIYAN DI KAMPÊN KOMKIRINÊ DE BI KAR ANÎN

Tê zanîn ku Naziyan madeya bi navê Zyklon-B li kampên komkirinê bi kar anîne ku li wan kampan bi milyonan Yahûdî, Roman û mûxalîf hatin kuştin. Hejmara mirovên li odeyên gazê hatin kuştin jî hê nayê zanîn. Bi saya şahidiya Yahûdiyên ku bi saxî filitîn, tê texmînkirin ku ev hejmar derdora 900 hezarî ye.

HELEBÇE Û ŞERÊ ÎRAN-IRAQÊ

Îran û Iraqê çekên kîmyewî li gelek herêmên Kurdistanê bi kar anîn û ji sala 1980'î heta 1988'an re li ber mirina bi sed hezaran kesî vekirin. Heman piştî şer, rejîma Saddam a li Iraqê roja 16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê zêdeyî 5 hezar Kurd kuşt. Bandora vê komkujiyê bi salan dewam kir û hejmara zelal a miriyan hê jî baş nayê zanîn.

Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bi xwe ve hate ragihandin ku artêşa Iraqê beriya Helebçeyê li dijî Îranê çekên kîmyewî bi kar aniye û bi deh hezaran Îranî ji ber van çekan mirine. Piştre bi belgeyan eşkere bû ku çekên kîmyewî yên ku Iraqê wê wextê bi kar anî, ji Ewropa û gelek welatên cîhana rojava peyda kiriye.

TEVÎ KU HATE QEDEXEKIRIN JÎ DI ŞER DE GELEK CARAN HATE BIKARANÎN

Çekên kîmyewî sala 1989'an di Konferansa Parîsê de ku 150 welat tevlî bûn, bi temamî hate redkirin. Lê salên 1990'î ji ber çekên kîmyewî hê jî mirov dimirin. Sala 1991'ê di dema Şerê Kendavê de, rejîma Saddam di bomberdûmanê de li stokên gaza sinir û sarînê xist û ji ber gazê ji her du aliyan ve leşker mirin. Ev yek bi raporên doktoran jî hate piştrastkirin.

Tevî qezayên li navendên çekên kîmyewî yên li gelek welatan, gelek caran hate îdîakirin ku li Sûdan, Afganîstan, Kosova, Sirbîstan, Yemen, Lîbya û Fîlîstînê di şer de madeyên kîmyewî hatine bikaranîn. Tê zanîn ku piraniya van îdîayan rast in.

Welatê dawî ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî her di rojevê de ye, Sûriye ye ku ji slaa 2011'an û vir ve şerê navxweyî lê heye. Sala 2013'an ji êrîşa ser Xotayê ku zêdeyî 350 kesî jiyana xwe ji dest dan, rejîma Sûriyeyê berpirsyar hate dîtin. Lê rejîmê komên cîhadperest berpirsyar nîşan da. Hate îdîakirin ku wê salê bi giştî 1.400 kes ji ber gaza sarînê jiyana xwe ji dest da. Rejîma Sûriyeyê qebûl kir ku çekên di destê xwe de radestî Neteweyên Yekbûyî bike.

Nîsana 2017'an li Xan Şeyhûn a Îdlibê zêdeyî 100 kes ji ber êrîşê mirin. Hefteya derbasbûyî jî li Dûmayê êrîş hate kirin. Rejîmê berpirsyariya van êrîşan negirt ser xwe.

Herî dawî kete rojevê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema dagirkirina Efrînê de çekên kîmyewî bi kar anîne. Di êrîşeke meha Sibatê de 6 sivîl bi sedema ku bêhn li wan çikiya ye û li bedena wan şopa şewatê hatiye dîtin, rakiribûn nexweşxaneyê.