Trûmp ji Rûsyayê re got: Hazir be, moşekên me tên!

Rageşiya di navbeyna DYA û Rûsyayê de geştir dibe. Serokê DYA'yê Trûmp got, "Rûsya hazir be, moşekên me tên."

Serokê DYA’yê Trûmp peyamên tund dane Rûsyayê. Rageşiya piştî îdîayên çekên kîmyewî yên ku li Sûriyeyê hatine bikaranîn, bi mesaja Trûmp zêdetir bû.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li Rûsya kir û got:

"Rûsya soz da Sûriyeyê ku hemû moşekên bi ser Sûriyeyê de werin bîne xwarê. Amade be Rûsya, ji ber ku ew tên, xweşik in, nû ne û 'zîrek' in."

Rûsyayê gotibû ew ê bersivê bidine êrîşeke pêkan a DYA'yê.

Piştî vê mesaja Trûmp hê Moskowê bersiv nedaye.