Kurdan li Kolnê ji bo Efrînê dest bi kampanya 'dermên' kirin

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Efrînê kampanya 'komkirina dermên' dest pê kir. Kampanya ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ya Kolnê ve hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de li ber Dêra Domê kon hatiye vedan.

Berdevkê Platformê Latîf Paşahan got, "Armanca me ew e ku em xwe bigihînin Efrîniyan" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin.

Ji bo sivîlên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê birîndar bûn, li bajarê Koln ê Elmanyayê kampanya "komkirina derman" dest pê kir. Kampanya ku ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ya Kolnê ve tê organîzekirin, roja Çarşemê li ber Dêra Domê ya Kolnê bi vedana kon dest pê kir.

Konê ji bo alîkariyê wê heta roja Înê vekirî be û li ser êrîşên dewleta Tirk ên il dijî Efrînê, komkujiyên ku hatine kirin û rewşa Efrîniyan agahî ji şêniyên Kolnê re bên dayin. Her wiha kampaya komkirina derman û alîkariya madî jî wê pê re bê meşandin. Kon wê ji saet 16'an heta 19'an vekirî be.

Berdevkê Platforma Piştgiriya Efrînê ya Kolnê Latîf Paşahan ji ANF'ê re li ser kampanya xwe axivîn û diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin Efrînê.

Paşahan bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê mirov bi zorê hatin koçberkirin, bi sed hezaran mirov li derveyî Efrînê di kampan de dimînin û got, "Pêwîstiya mirovên li kampan bi lezgînî bi pêdiviyên jiyanî heye. Mînak; derman, xwarin û av. Ji bo em bibin bersiv ji pêwîstiyan re, kêm jî be em dixwazin xwe bigihînin Efrîniyan û nîşan bidin ku em bi wan re ne."

Paşahan da xuyakirin ku ew derman û alîkariya madî ji bo Efrîniyan kom dikin û bawer in ku wê aştîxwazên dijberê şer û dagirkeriyê destekê bidin hewldana wan.