Temellî: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiyê ye, sazûmankirina faşîzmê ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina aştiyê ye, sazûmankirina faşîzmê ye."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û rojev nirxand.
Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ev tecrîd tecrîdkirina demokrasî û aştiyê ye. Eger mirov pirsa 'bûyerên ku îro diqewimin li ku dest pê kir?' bipirse, bersiv ew e ku 5'ê Nîsana 2015'an li Îmraliyê bi tecrîdê dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê sazûmankirina faşîzmê ye."
Di dewama axaftina xwe de Temellî işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku AKP neçareseriyê li Sûriyeyê ferz dike.
Temellî got, "Meseleya Efrînê herî kêm bi qasî meseleya Dûmayê girîng e. Nêzîkatiya we ya li Efrînê û li Dûmayê zîhniyeta we radixe pêş çavan."
Sezaî Temellî her wiha nerazîbûn nîşanî çêkirina santrala nukleerî ya li Akkûyû da û got, "Fîrmaya ku li Akkûyûyê çêdike ew fîrma ye ku Çernobîl çêkiriye."