ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Nîsana 2018'an.

- Li Sûriyeyê şerekî nû li ber derî ye. Hêzên super li ber hev rabûn. Têkiliyên navbera Rûsya û DYA ji Şerê Sar û vir ve qet di vê astê de aloz nebû bû. Kî dibêje çi, kapasîteya kê çiqas e? Gelo di her kêliyê de êrîşek dikare bê kirin?

- Rêveberiyên Şehba û Efrînê bi derfetên xwe ji bo Efrîniyan kampeke din çêkirin. Rêveberiyan bang li saziyên navneteweyî kirin ku destekê bidin.

- Hêzên dewletê ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê qîma xwe bi êşkenceya bi girtiyan û malbatan nîne, berê tîmeke êşkencekar a bi navê 'TÎT' dide girtiyan.

- KCDK-E li dijî dagirkirina Efrînê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.

- Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Efrînê kampanya 'komkirina dermên' dest pê kir. Kampanya ji aliyê Platforma Piştgiriya Efrînê ya Kolnê ve hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de li ber Dêra Domê kon hatiye vedan.

- Parlamenta Kantona Baselê ya Swîsreyê ragihand ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dikuje û bang li Swîsreyê û hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

- Li herêma Ahvaz a Îranê ji destpêka meha Nîsanê ve xwepêşandanên protestoyî têne kirin. Hêzên rejîmê 400 kes destgîr kirin ku jin û zarok jî di nav de hene.

- Li gorî lêkolîneke Buroya Statîstîkan a Îsraîlê, nifûsa giştî ya Yahûdiyan li gorî nifûsa beriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê ku lê hatin qirkirin, bi 2 milyonan kêmtir e.