Li Meclîsa Şaredariya Lîvorno ji bo Efrînê pankart hate daliqandin
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi armanca piştgirîdayîna Efrînê li avahiya Meclîsa Şaredariyê pankarteke mezin hate daliqandin.
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi armanca piştgirîdayîna Efrînê li avahiya Meclîsa Şaredariyê pankarteke mezin hate daliqandin.
Daliqandina pankartê ya li avahiya Meclîsa Şaredariyê di çarçoveya biryareke armanca piştgirîdayînê hate dayîn. Şardariyê diyar kir ku wê pankart heya mehekê daliqandî bimîne.
Şaredariya Lîvorno beriya niha jî ji bo Kobanê biryara biratiyê dabû.