Kurd ji siyaseta Elmanyayê ya li ser Efrînê aciz in!

Li gorî encamên anketekê ku li Elmanyayê di nava Kurdistaniyan de hate kirin, piraniya Kurdên li Elmanyayê ji siyaseta hikukmeta Merkel a li ser êrîş û dagirkirina Efrînê aciz in.

Saziya lêkolîna li nava raya giştî ya Kurdan a li Elmanyayê (Civaka Azad), di nava Kurdistaniyan de lêkolînek kir. Lêkolîn ji 28'ê Sibatê heta 7'ê Adara 2018'an hate kirin û helwesta hiklumeta Merkel a li ser Efrînê hate pirsîn.

Di nava dema hatiye destnîşankirin de bi rêya medya civakî, e-mail û WhatsAppê li nêrîna 300 hezar Kurdistaniyan hate pirsîn. 600 ji van tevlî anketê bûn û pirsên li ser Efrînê ji wan hate kirin.

Encamên anketê wiha ye:

- Li gorî 62 ji sedî yê beşdarên anketê, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel di dema şerê Efrînê de Kurd bi tenê hişt.

- 80 ji sedî yê beşdaran diyar kirin ku ji bo qedandina şerê li Efrînê hikumeta federal bi têrkerî hewl neda.

- Zêdeyî nîvê beşdarên anketê destnîşan kirin ku ew ji helwesta hikumeta Merkel a li pêşberî Efrînê aciz in.

- Beşeke din a ji beşdaran ragihandin ku di dema tevlîbûna li çalakiyên siyasî de ew xwe ewle nabînin. Lê belê tevî lêpirsîn û tirsa êrîşa li dijî xwepêşandanan jî, Kurdan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Civaka Azad li ser encamên anketê daxuyaniyek da û xwest, hikumeta Merkel nerazîbûna Kurdan bibîne.

Orjînala encamên anketê ku ji 21 rûpelan pêk tê li vê adresê dikare bê dîtin: