ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiya nexweş a 73 salî wê li koxûşê bi diyalîzê ve bê girêdan!
Girtiya Nexweş Meles Tekîn ji bo ku were berdan ev 2 meh in li benda rapora Saziya Tiba Edlî ya Edene ye. Rewşa Tekîn giran bûye. Diyar bû ku li girtîgehê wê Tekîn girêdayî diyalîzê bikin. -
Ji bo Taşdemîr li Norwêcê kampanya îmzeyan dest pê kir
Nerazîbûna li radestkirina aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr dewam dike. Ji bo Taşdemîr li dijî hikumeta Osloyê têkoşîna hiqûqî, xwepêşandanên protestoyî û kampanya îmzeyan dest pê kirin. -
ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên îro derketin pêş
Weke Navenda Nûçeyan a ANF'ê, me çend nûçeyên girîng ên îro derketin pêş ji bo we dan hev. -
Kes ji doza Nisêbînê nehate berdan
Di Doza Nisêbînê de biryara berdanê nehate dayîn. -
HBDH'ê li Gîresûn û Gumuşhaneyê çalakî pêk anî
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên li Gumuşhane û Gîresûnê daxuyaniyek da. -
Young Strûggle: Têkoşîna me meşrû ye
Young Strûggle derbarê komên çepgir ên Tirk ku ketine ber şopa îstîxbara Elman daxuyanî da û got, ‘’têkoşîna azadî û sosyalîzmê meşrû ye.’’ -
Lîreyê Tirk dimire, çapemeniya derve hişyariyê dide
Bi kabîneya nû ya Erdogan ê despot Dolar û Euro zêde bû, lîreyê Tirk hinekî dî ji nirx ket. Çapemeniya dinyayê kabîneya nû rexne kir. -
Erdogan û Barzanî li ser çi axivîn?
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re rûnişt. Barzanî ji bo merasîma guhertina rejîmê hatibû vexwendin. -
Girtiya nexweş hate derbkirin û heqaret lê hate kirin
Hate diyarkirin ku li Girtîgeya Dîlokê ya Tîpa L’yê girtiyên jin bi erdê re hatine kaşkirin û bi wî awayî ew birine revîrê û gardiyanan heqaret li wan kirine. -
Li Îzmîrê operasyona qirkirina siyasî
Li Îzmîrê gelek kes hatin destgîrkirin ku HDP'yî di nav de hene. -
Norwêcê ji ber kîjan bazariyê Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir?
Enayatî: Taşdemîr kirin cangoriya têkiliyên berjewendiyên Norwêc û Tirkiyeyê. Ji ber ku jêbirina daneyên di komputerên parêzerên dozê de, vî tiştî nîşan dide. -
Nobedarên vê hefteyê endamên NAV-YEK'ê ne
Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê nobeda ji bo azadiya Ocalan vê hefteyê dewr girtin. -
Komên çep ên Tirk ji aliyê îstîxbarata Elman ve tên şopandin
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, li ser karên bi navê tevgera çep a Tirk ve tên kirin raporeke berfireh weşand. Îstîxbaratê îdîa kir ku 2550 endamên van koman li Elmanyayê hene. -
Destpêka kuştinên 'kiryar nediyar': Kuştina Vedat Aydin
Di ser kuştina Vedat Aydin re 27 sal derbas bûn, ku li Kurdistanê weke destpêka 'kuştinên kiyar nediyar' tê dîtin. Tevî gelek delîlên şênber û mikurhatina endamên JÎTEM'ê jî di lêpirsîna der barê kuştina Aydin de gavek nehate avêtin. -
ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2018'an. -
Kabîneya dîktatoriyê hate eşkerekirin
Îro piştî ku Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan sond xwar û şûnde Kabîneya ‘Sîstema Serokkomariyê’ ya nû eşkere kir. -
Nûçegihan Orûç berî bê berdan dîsa hate destgîrkirin
Rojnamevan Şerîfe Orûç, hema berî berdanê bi biryara dozger ji dosyayeke din biryara destgîrkirina wê hate girtin. -
Nûçeyên îro derketin pêş
Weke Navenda Nûçeyan a ANF'ê, me çend nûçeyên girîng ên îro derketin pêş ji bo we dan hev. -
HDP’ê li Çorlûyê lêkolîn kirin
Temelî: Yên îro li şûna ku li vir ba, li Qesra Beştepeyê li pey keyf û sefayê ne berpirs in. -
Sîstema dîktatoriya Erdogan li Tirkiyeyê kete meriyetê
Li Tirkiyeyê ‘Sîstema Serokkomariyê’ ku di heman demê de serokê partiyê ye, piştî dîroka 95 salan a Komarê yekem car bi sondxwarina Serokkomar Tayyip Erdogan a li Meclîsê bi awayekî fermî ket meriyetê. -
Doza Nisêbînê: Heta ku merc asayî nebin em ê parastin nekin
Roja yekem a rûniştina doza 3’emîn a doza 53 kes ên di pêvajoya berxwedana Xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de hatibûn girtin de, bi dawî bû. -
Doza Ozgur Gundemê: Çakici ‘mehkûmê qederê ye’ em jî bûne ‘terorî
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê de axivî û got “Alattîn Çakici wekî mehkûmê qederê tê darizandin lê parêzvanên mafan wekî ku terorîst bin tên darizandin.” -
Kûrtûlan: Rayedar xwe ji berpirsyariya li Çorlûyê vedigirin
Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand li ser qezaya trênê ya li Çorlûyê û got; "Bûyerê bi sedemên xwezayî û cûda ve girê didin, berpirsyartiyê li xwe nagirin. Divê şîna neteweyî were îlankirin." -
Li Silêmaniyê hejmartina dengan dest pê kir
Li Silêmaniyê dest bi hejmartina dengan hate kirin.