Destpêka kuştinên 'kiryar nediyar': Kuştina Vedat Aydin

Di ser kuştina Vedat Aydin re 27 sal derbas bûn, ku li Kurdistanê weke destpêka 'kuştinên kiyar nediyar' tê dîtin. Tevî gelek delîlên şênber û mikurhatina endamên JÎTEM'ê jî di lêpirsîna der barê kuştina Aydin de gavek nehate avêtin.

Salên 90'î ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi hezaran însan kuşt, gund, daristan û heywan şewitand û sûcên gelekî giran li dijî mirovahiyê kir, kuştinên 'kiryar nediyar' bi kuştina Vedat Aydin dest pê kir. JÎTEM a ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate avakirin, wê wextê li ser siyasetmedarên Kurd, karsazên Kurd, nûnerên rêxistinên girseyî û welatiyan lîsteyên mirinê amade kir. Ev rêbaz ji bo tepisandina gelê Kurd hate bikaranîn û bi hezaran kes bi vî rengî hatin kuştin. Li Kurdistanê kuştina 17 hezar kesî bi rengê 'kiryar nediyar', cînayet, kuştina bê daraz û windakirina di binê çavan de, piştî kuştina Vedat Aydin dest pê kirin û bi rêk û pêk dewam kirin.

JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎ HATE DESTGÎRKIRIN Û PIŞTRE HATE GIRTIN

Vedat Aydin ku sala 1990'î bû Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 28'ê Cotmeha 1990'î li Civata Giştî ya ÎHD'ê ya li Enqereyê bi Kurdî axivî. Parêzer Ahmet Zekî Okçûoglû û Mûstafa Ozer axaftina Aydin ji Kurdî wergerandin Tirkî. Aydin, tevî Okçûoglû û Ozer hate destgîrkirin.

Piştî ku bi rojan di nava lêpirsînê de ma, Aydin hate girtin û ew şandin Girtîgeha Ûlûcanlar a Enqereyê. Aydin bi rengekî girtî hate darizandin û 19'ê Kanûna 1990'î di rûniştina destpêkê de bi Kurdî îfade da û beraat kir. 7'ê Hezîran 1990'î Partiya Kedê ya Gel (HEP) ava bûbû. Aydin piştî ku ji girtîgehê derket bû Serokê Amedê yê HEP'ê.

BI ÊŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN

Aydin, mehek piştî ku bû serokê Amedê yê HEP'ê, yanî 5'ê Tîrmeha 1991'ê ji aliyê kesekî bê cîhaza ragihandinê û du kesên bi çek; ji aliyê sê kesên ku xwe weke polîs dan naskirin ve nîvê şevê ji mala xwe hate girtin. Tevî hemû hewldanên malbatê, parêzeran û wekîlên HEP'ê jî hêzên dewletê qebûl nekirin ku Aydin destgîrkirî ye. 2 roj piştî revandinê, 7'ê Tîrmehê li navçeya Maden a Xarpêtê cenazeyê Aydin hate dîtin.

Li ser beddena Aydin şopên êşkenceyê hebûn. Cenazeyê Vedat Aydin roja 10'ê Tîrmehê anîn Amedê. Piştî darbeya 12'ê Îlonê, yekemcar girseyeke gelekî qelebalix li Kurdistanê di merasîma cenaze de li hev civiyan. Bi hezaran kes ji gelek bajaran hatin Amedê.

BI SED HEZARAN KES TEVLÎ MERASÎMA CENAZE BÛN

Tevî rojnamevanên xwecihî û biyanî, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî, parlamenter û rewşenbîran bi sed hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Aydin bûn. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê" û "Bijî PKK" meşiya. Hêzên paramîlîter ên kincê sivîl li wan bû û çek di destê wan de bûn, li gel reşandin.

Ji ber gulereşandinê 23 kes hatin kuştin, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn. Bi sedan kesên tevlî merasîma cenaze bûn hatin destgîrkirin, girtin, darizandin, lê belê ne kujerên Vedat Aydin, ne jî kujerên 23 kesên ku di merasîma cenaze de hatin kuştin, qet nehatin darizandin.

ÎSPAT BÛ KU JI ALIYÊ JÎTEM'Ê VE HATIYE KUŞTIN

Malbatê xwest kujerên Aydin werin darizandin, lê gef li malbatê hate xwarin. Piştî kuştina Aydin 5 salan ji bo gefxwarinê wesayiteke 'Toros a spî' li ber mala malbatê hate sekinandin. Mîna her cînayeta 'kiryar nediyar' kujerên Aydin jî dihatin naskirin. Aydin ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû kuştin ku ji kuştinên li Kurdistanê berpirsyar bû.

Tevî gelek delîlên şênber jî di lêpirsîna der barê kuştina Aydin de gavek nehate avêtin. Ji celadên JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan û Mûrat Demîr piştî çend salan li xwe mikur hatin ku cînayet ji aliyê dewletê ve hatiye kirin. Aygan ku di gelek bûyerên kuştina bê daraz de li Kurdistanê weke tetîkkêş hate bikaranîn, anî ziman ku berî Aydin bê kuştin ew bi xwe jî tevlî keşfa li ber mala wî bû û bûyer ji aliyê damezrînerê JÎTEM'ê Cem Ersever ve hate plankirin.

KUJER EV 27 SAL IN JI ALIYÊ DEWLETÊ VE TÊN PARASTIN

Piştî mikurhatinên ku nîşan didan cînayet ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye kirin, dosya lêpirsînê piştî 20 salan slaa 2011'an ji nû ve hate lêkolîn. Lê belê ji ber ku kujer ev 27 sal in ji aliyê dewletê ve tên parastin, dosya lêpirsînê bi pêş ve naçe. Dosya wê 5'ê Tîrmeha 2021'ê ji ber 'derbasbûna demê di ser re' wê betal bibe.