Doza Ozgur Gundemê: Çakici ‘mehkûmê qederê ye’ em jî bûne ‘terorî

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê de axivî û got “Alattîn Çakici wekî mehkûmê qederê tê darizandin lê parêzvanên mafan wekî ku terorîst bin tên darizandin.”

Gerînendeyên weşanê yên rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin, Eren Keskîn û Huseyîn Aykol tevlî rûniştina doza rojnameyê ya li Stenbolê bûn.

‘MIN TENÊ ÇEKA POLÎSAN DÎTIYE!’

Keskîn û parêzerên xwe tevlî rûniştinê bû. Keskîn di rûniştina dozê de got ku, “Ez Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê me. 30 sal in ez parêzvana mafê mirovan im û parêzer im. Ji ber parastina azadiya xweîfadekirinê navê min li wir hate nivîsandin. Ji ber ku Mûsa Anter jî tê de gelek nivîskarên rojnameyê hatin qetilkirin lê faîlên wan nehatin dîtin. Ez bi navê terorîstbûnê têm darizandin, di jiyana xwe de min ji xeynî çekên polîsan tu çek nedîtiye.Kesekî wekî Alattîn Çakici wekî mehkûmê qederê tê darizandin lê parêzvanên mafên mirovan wekî ku terorîst bin, tên darizandin. Saziya darizandinê ne serbixwe ye.”

Dadgehê rûniştin taloqî 9’ê Cotmehê kir.