ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Li Erdexanê HDP'iyek nemaye ku nehatiye girtin û li qereqolê îfade nedaye.

- Polat Efrîn ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiya fedayî kir, yek ji wan cangoriyan bû ku digot, "Heta ku pê li bedena min nekin, wê nikaribin bikevin gundê min."

- Nerazîbûna li radestkirina aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr dewam dike. Ji bo Taşdemîr li dijî hikumeta Osloyê têkoşîna hiqûqî, xwepêşandanên protestoyî û kampanya îmzeyan dest pê kirin.

- Li ser serê çiyayê Qendîlê em li hêzeke gerîla rast tên ku di her kêliyê de amade ye. Li gel vê komê jî me dît ku di vê pêvajoyê de rojeva sereke ya gerîlayên Qendîlê tecrîda li ser Ocalan e.