Kûrtûlan: Rayedar xwe ji berpirsyariya li Çorlûyê vedigirin

Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand li ser qezaya trênê ya li Çorlûyê û got; "Bûyerê bi sedemên xwezayî û cûda ve girê didin, berpirsyartiyê li xwe nagirin. Divê şîna neteweyî were îlankirin."

Wekîlên Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen, piştî hat ser kar û şûnde li meclîsê yekem civîna çapemeniyê ya li meclîsê pêk anîn.

Kûrtûlan sersaxî ji malbatên kesên ku di qezaya trênê ya li Çorlûyê jiyana xwe ji dest dan re xwest û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest.

Kûrtûlan got, sedemê felaketê ne afetên xwezayî ye û wiha got; "Ne merasîmeke bi şahî, divê şîn bê îlankirin. Sedema qezayê ne felaketên xwezayê ne. Di mijarên ku em dibêjin ne qeza ye cînayet e, berpirsiyarên ji ser xwe davêjin û dixin stûyê xwezayê. Li şûna lêkolîn bikin û rê li ber facîayên din bigirin ser bûyerê digirin."

Kûrtûlan da zanîn ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî heyetek çêkirin û çûn Çorluyê û got: "Heyet wê saet 16'an bigihêje herêma bûyerê. Divê ji ber vê felaketê şîn bê îlankirin."