Kes ji doza Nisêbînê nehate berdan

Di Doza Nisêbînê de biryara berdanê nehate dayîn.

Rûniştina Sêyemîn a doza li 53 kesên di dema êrîşên qirkirinê de ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê derketin hate vekirin, di roja duyemîn de bi dawî bû. Rûniştina dozê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat û di rûniştina dozê ya piştî nîvro de hinek parêzeran parastin kirin.

GIRTIYAN RED KIR

Heyeta Dadgehê biryar da ku girtiyên ku parastin nekirin, di rûniştina doza bê de parastin bikin yan jî wê weke ‘mafê bêdengiyê’ qebûl bike. Girtiyan bi rêya SEGBİS’ê parastin qebûl nekirin, heyeta dadgeê daxwaza girtiyan a li amadebûna li solanê qebûl kir û ji bo parastina bi Kurdî wê ji bo wergerê serî li Wezareta Edaletê bide.

HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Dadgehê daxwaza parêzeran a lêkolîna destgîrkirin û êşkenceyê yê di dîmenan de pejirand û hemû daxwazên din red kir.

Heyeta dadgehê biryara dewama girtinê ya girtiyan da û doz taloqî 15’ê Cotmehê kir.