HDP’ê li Çorlûyê lêkolîn kirin

Temelî: Yên îro li şûna ku li vir ba, li Qesra Beştepeyê li pey keyf û sefayê ne berpirs in.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li gel parlemeteran serdana qezaya trenê ya li Çorlûyê kirin. Li ser navê heyeta lêkolîn kir Temelî axivî û got: “Yên îro li şûna ku li vir ba, li Qesra Beştepeyê li pey keyf û sefayê ne berpirs in.

Hevserok Temellî yê piştî lêkolînê avivî ev tişt got: “Di karesata trenê de 24 welatiyên em jiyana xwe ji dest dane. Xudê bi rehma xwe şa bike. Li gorî agahiyên dane me 124 kes jî birîndar in. Xudê şifaya xêrê ji bo wan jî bike.

Bi rastî jî êşeke kûr e. Em êşa welatiyên xwe parve dikin. Ji bo em bi gelê xwe re bibin yek. Ji ber sedema sterîlîzasyona rêveberiya nexweşxaneyê me nekarî em birîndaran ziyaret bikin. Em ji bo hemû birîndaran şifaya xêrê dixwazin û dibêjin derbasî be.

Yên îro li şûna ku li vir ba, li Qesra Beştepeyê li pey keyf û sefayê ne berpirs in. Yên ku zanîst, endazyarî, hiqûq û mafê welatiyan li ber çavan nagirin û bi aqilê muteahhît tevger dikin, bi hîleyan hemû desthilatê kilîtkirî li şûna ku êşa gel parve bike, li Qesra Beştepeyê li pey keyf û sefayê ne. Em vê keyf û sefayê şermezar dikin. Serê me tevan sax be.

Bi hêviya ku hejmara miriyan zêde nebe, ji bo qezayeke ya tirenê ev hejmara 24 gelek ke ku weke qeza tê nîşandan. Mixabin ev hejmarên bilind herî zêde li Tirkiyeyê tê dîtin. Em baş dizanin di dema vê desthilatê de Pamûkova pêk hat.

Hêvî dikin ku rewşa birîndarên giran ber bi başiyê ve biçe.”