Nobedarên vê hefteyê endamên NAV-YEK'ê ne
Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê nobeda ji bo azadiya Ocalan vê hefteyê dewr girtin.
Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê nobeda ji bo azadiya Ocalan vê hefteyê dewr girtin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, kete hefteya 316'an. Nobedarên vê hefteyê endamên Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) e ku ji Elmanyayê tevlî çalakiyê bûne. Endamên koma nû Wezîr Nemo, Hasan Aksû, Cafer Nas, Mehmet Ozek û Adar Nas in.
Endamên NAV-YEK'ê nobed roja Yekşemê ji koma Kîelê dewr girtin û bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ji bo bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Bi navê komê daxuyaniyke hate dayin û hate ragihandin ku bi tevlîbûna li çalakiyê re ew dixwazin bang li Konseya Ewropa û CPT bikin ku xwedî li mafên Ocalan derkevin.
Endamên komê diyar kir ku Ocalan di dîroka Kurd û Kurdistanê de sîstema herî pir alî û demokratîk pêşniyar kiriye û xistiye meriyetê. Nobedaran destnîşan kir ku gelê Kurd ancax bi Ocalan bibe xwedî paşerojeke azad û ji hemû Kurdên li welêt û derveyî welêt hate xwestin ku daxwaza azadiya Ocalan bikn.
Çalakgeran dan xuyakirin ku ew dîlgirtina Ocalan a nêzî 20 sal in didome qebûl nakin û gotin, "Felsefeya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, her wiha ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Jiyana bi rengekî azad û xwişk-biratiyê, bi sîstema Serok Apo dibe ku derfeta jiyna bi hev re dide hemû gelan û baweriyan."