Girtiya nexweş hate derbkirin û heqaret lê hate kirin

Hate diyarkirin ku li Girtîgeya Dîlokê ya Tîpa L’yê girtiyên jin bi erdê re hatine kaşkirin û bi wî awayî ew birine revîrê û gardiyanan heqaret li wan kirine.

Girtiya bi navê Gulistan Al a ku li Girtîgeha Dîlokê de ye, têkildarî zextên li girtîgehê, nameyek şand.

Al li ser rewşa tendirustiya jinên di girtîgehê de agahî da. Al ji bo Esra Demîr a ku 3 hefte berê hatiye girtin jî got ku, “Piyekî wê  kin e. 6 parsûyên wê şikiyane, pişikeke wê tune û astima wê heye. Milekî wê ji ber ku rehên wê qetiyane, pûç e.”

Al diyar kir ku di 4’ê Tîrmehê de gardiyan hatine qawîşê û ji Aysel Kaya Vûrûcû re gotine ku ‘Cezayê te yê hucreyê heye’. Vûrûcû ligel ku belgeya ji bo hucreyê xwestiye jî ew birine hucreyê û gardiyanên mêr ew derb kirine.

Al diyar kir ku gardiyanên jin girtiya nexweş a bi navê Esra Demîr dehf dane û Demîr ketiye erdê. Al diyar kir ku gardiyanên mêr ew derb kirine û xwestine wan bi darê zorê bibin revîrê.