Lîreyê Tirk dimire, çapemeniya derve hişyariyê dide

Bi kabîneya nû ya Erdogan ê despot Dolar û Euro zêde bû, lîreyê Tirk hinekî dî ji nirx ket. Çapemeniya dinyayê kabîneya nû rexne kir.

Piştî hilbijartina bi dek û dolab a AKP’ê, bi hişkerekirina kabîneyê re Dolar li barar Lîreyê Tirk bû 4.75 û Euro bû 5.57. Ev jî nîşan dide ku lîreyê Tirk li bara dolar-euro 4 ji 100’î ji nirx ketiye.

ÇAPEMENIYA DERVE ÇAWA DÎT

Çapemeniya derve jî cih da kabîneya nû ya Erdogan. Rojnameyan bal kişandin ser wê ku Berat Albayrak bûye Wezîrê Gencîne û Darayiyê.

Li gorî Fînancîal Tîmes a Ingilîz veberhêner wê wezîrtiya Albayrak bi xweşbînî pêşwazî nekin.

Rojnameyê bi bîr xist ku lîreyê Tirk ji destpêka sala 2018’an ve 17 ji 100’î ji nirx ketiye.

Guardîanê jî got, ‘’Li merasîma sondxwarinê lîderên welatên Rojava nebûn’’.

Tîmes jî got Erdogan ji hêla lîderên dewletên otorîter ve telefonê pîrozkirinê standiye lê Rojava ti guh nedaya Erdogan. Tîmes got, ‘’Ji Atatûrk û vir ve Erdogan kete nav wan otokratan ku gelek hêz bi dest ve aniye.’’

New York Tîmesê got wezîrtiya Albayrak markêtên fînansê tendgijandine û fikar li ser wê zêde bûne ku di destekî siyasî de gelek hêz civiyaye. Rojnameyê her wiha dengê hikûmeta AKP’ê bi bîr xist.