ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.
- Jinên ku li dijî îstîsmarkirina zarokan têdikoşin, bi biryar in ku heta bidawîbûna vê hovîtiyê li qadan bin.
- Aktîvîst Nîgar Enayatî, radestkirina Gulîzar Taşdemîr ji aliyê Norwêcê ve ji bo Tirkiyeyê weke encama komployekê bi nav kir û got, "Taşdemîr kirin qurbanê têkiliyên berjewendiyê yên Norwêc û Tirkiyeyê. Jêbirina daneyên li kompûterên parêzer û yên bi dozê re eleqedar in, vê yekê nîşan dide."
- Li Wanê piştî ku dibistan ketin betlaneyê, cemaetên li herêmê bi navê qursên Quranê zarokên ji 7 heta 15 salî dixin xefikê.
- Di ser kuştina Vedat Aydin re 27 sal derbas bûn, ku li Kurdistanê weke destpêka 'kuştinên kiyar nediyar' tê dîtin. Tevî gelek delîlên şênber û mikurhatina endamên JÎTEM'ê jî di lêpirsîna der barê kuştina Aydin de gavek nehate avêtin.
- Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, li ser karên bi navê tevgera çep a Tirk ve tên kirin raporeke berfireh weşand. Îstîxbaratê îdîa kir ku 2550 endamên van koman li Elmanyayê hene.