Norwêcê ji ber kîjan bazariyê Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir?

Enayatî: Taşdemîr kirin cangoriya têkiliyên berjewendiyên Norwêc û Tirkiyeyê. Ji ber ku jêbirina daneyên di komputerên parêzerên dozê de, vî tiştî nîşan dide.

Çalakger Nîgar Enayatî diyar kir ku ji ber komployekê Norwêcê Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got "Taşdemîr kirin cangoriya têkiliyên berjewendiyên Norwêc û Tirkiyeyê. Ji ber ku jêbirina daneyên di komputerên parêzerên dozê de, vî tiştî nîşan dide."

Norwêcê di 4'ê Tîrmehê de Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir û nerazîbûna li dijî vî tiştî didome. Saziyên civakî yên navneteweyî, çapemenî û raya giştî bi vê dozê re eleqedar dibin û li hemberî Norwêcê kampanyayek hatiye destpêkirin.

Gulîzar Taşdemîr a ku Tirkiyeyê biryara wê ya girtinê daye di Îlona 2015’an de daxwaza îltîcayê li Tirkiyeyê kir. Doza îltîcayê ya ku 11 mehan domiya, di Tebaxa 2016’an de ji aliyê rayedarên Norwêcê hate redkirin. Parêzerên Taşdemîr îtîrazî biryarê kirin. Ji ber ku îtîraz nehate qebûlkirin parêzeran serî li dadgeheke bilind dan lê di Îlona 2017'an de dadgehê li dijî Taşdemîr biryar da.

Gulîzar Taşdemîr di Cotmeha 2017'an de ji bo îltîcayê serî li Elmanyayê da. Elmanyayê jî ji ber Peymana Dûblînê daxwaza îltîcayê red kir û di 2'ê Tîrmeha 2018'an de destê Taşdemîr kelepçe kir û ew teslîmî Norwêcê kir. Taşdemîr 2 rojan li vê derê hate destgîrkirin û di 4'ê Tîrmehê de bi hinceta ku 'Gotinên wê ne cihê baweriyê ne' ji aliyê daîreya îltîcayê ya Norwêcê radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Taşdemîr a ku tê payîn niha li Stenbolê li 'Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê' ye, tu agahî nayên stendin. Heta niha ne malbata wê û ne jî parêzerên wê nehatine agahdarkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Osloyê Nîgar Enayatî ya ku ji sala 2015’an û vir ve bi Gulîzar Taşdemîr re eleqedar dibe, diyar kir ku ev ne reddeke îltîcayê ya ji rêzê ye û got, "Taşdemîr ji ber bazariyekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bûyerên piştre pêk hatin, vî tiştî zelal û eşkere diyar dikin."

'TAŞDEMÎR JI BER BAZARIYEKÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ HATE KIRIN'

Enayatî diyar kir ku radestkirina bilezûbez ya Taşdemîr ji ber bazariyekê hatiye kirin û got, "Taşdemîr têkildarî karên ku kiriye û têkildarî xebatên xwe yên polîtîk gelek wêne û belge pêşkêş kir, lê dîsa jî biryareke wisa hate dayîn. Em dizanin ku li Norwêc û welatên Ewrûpayê bi hezaran mirov ligel ku ne kesên polîtîk jî bûn, mafê rûniştinê bi dest xistin. Lê keseke ku li Tirkiyeyê li wê digerin û cezayê wê heye hate redkirin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Di sala 2016’an de bi rêya balyozxaneyê têkildarî rewşa Taşdemîr lêkolîn tê kirin û tê gotin ku tiştekî wê tune. Lê em dizanin ku di sala 2013’an de Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê têkildarî Taşdemîr bi hinceta ‘endama rêxistina çekdarî ye’ doz tê vekirin. Yan Tirkiyeyê Norwêc xapandiye yan jî bi zanebûn raporeke wisa hatiye amadekirin. Em dizanin ku Tirkiye nikare Norwêcê wisa bi hêsanî bixapîne. Wê çaxê tenê tiştek dimîne, ev radestkirin piştî bazariyekê hatiye kirin."

GELO DI BERDÊLA FETTÛLLAHIYAN DE HATIYE RADESTKIRIN?

Enayatî diyar kir ku Taşdemîr di encama komployê de hatiye radestkirin û got, "Ev yek komplo ye ku Norwêc, Elmanya û Tirkiye di nav de ne. Gulîzar Taşdemîr bûye qurbana vê tifaqa qirêj. 3 mehên dawî 245 kesên ku tê gotin ji cemaetê ne, ji bo penaberiyê serî li Norwêcê dan. Dewleta Tirk wan ji Norwêcê dixwaze. Norwêcê jî bi radestkirina Gulîzar Taşdemîr re dixwaze nîşan bide ku 'Tirkiye ewle nîne' û bi vî rengî ji xwe re hincetekê biafirîne ji bo serlêdana wan qebûl bike. Li Norwêcê niha nîqaşeke wiha heye. Nexweşiyên giran bi Taşdemîr re hene. Nexweşiya dil, nexweşiya xwînê heye û berî niha bi demeke kin emeliyat bûbû. Dema ku hate şandin ji ser hişê xwe diçû. Dema ku destên wê kelepçekirî bû bang li doktor dikin. Taşdemîr di nava rewşeke wiha de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Norwêcê li dijî mirovahiyê sûc kir. Norwêc ji jiyana wê berpirsyar e. Ev yek nîşan dide ku radestkirina wê encama plan û bazarekê ye. Di nava vê planê de rêxistina îstîxbaratê jî heye."

AGAHIYÊN LI SER KOMPÛTERAN JI ALIYÊ KÊ VE JI BO ÇI HATINE JÊBIRIN?

Enayatî got, piştî ku Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê hate kirin bûyerên balkêş qewimîne û wiha dewam kir: "Agahiyên li ser kompûtera parêzerê dozê û yên li laptopên hin endamên 'Koma Piştgiriya ji bo Gulîzar' bi hevdemî hatin jêbirin. Agahiyên li ser kompûterên vê koma li ser dozê dixebitin çima û ji aliyê kê ve hatiye jêbirin? Ne kareke ku ji aliyê mirovên ji rêzê ve werin jêbirin. Îstîxbarata Tirkiyeyê jî nikare tiştekî bi vî rengî li Norwêcê bike, lewma tenê tiştek dimîne: Îstîxbarata Norwêcê kiriye. Çima ev ye kirn? Xuya ye naxwazin mijar biçe ber destê dadgehên navneteweyî û nebe rojev. Lê tevî van hemûyan jî em ê dest ji vê dozê bernedin."

'WÊNEYÊ KU MEDYA TIRK WEŞAND, JI ALIYÊ NORWÊCÊ VE HATIYE DAYIN'

Enayatî got, "Daîreya penaberiyê ya Norwêcê tevî wêne û belgeyan Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir" û bi dewamî got, "Wêneyê ku di medya Tirk de hate weşandin, ew wêne ye ku me dabû daîreya penaberiyê. Ev yek hem li dijî hiqûqa Norwêcê ye, hem jî li qanûna penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nayê. Daxwaza penaberiyê ya kesekê/î neyê qebûlkirin jî nabe ku ew belge û wêne radestî welatekî din bên kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Taşdemîr di encama plan û bazareke qirêj de radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev sûc e. Norwêcê ev sûc kiriye."

'NORWÊCÊ XIYANET LI KURDAN KIRIYE'

Enayatî bi bîr xist ku Norwêc bi mafên însanî û demokratîk tê naskirin û got, "Norwêcê herî dawî sala 2009'an navbeynkarî di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de kiribû. Mîsyoneke wiha ya Norwêcê heye. Lê belê bi vê biryara xwe re xiyanet li Kurdan kiriye. Kurd wê ti carî vê yekê ji bîr neke. Niha kampanyayekê dest pê kiriye, ji bo ev biryara Norwêcê li qada navneteweyî bê mehkûmkirin."