Ji bo Taşdemîr li Norwêcê kampanya îmzeyan dest pê kir

Nerazîbûna li radestkirina aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr dewam dike. Ji bo Taşdemîr li dijî hikumeta Osloyê têkoşîna hiqûqî, xwepêşandanên protestoyî û kampanya îmzeyan dest pê kirin.

Aktîvîsta siyasî ya Kurd Gulîzar Taşdemîr roja 4'ê Tîrmehê bi rengekî destkelepçekirî ji aliyê Norwêcê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Çalakiyên ji bo piştgiriya bi Taşdemîr re dewam dikin. Piştî ku Taşdemîr radestî Tirkiyeyê hate kirin, di serî de li Elmanya, Belçîka, Hollanda û Fransayê li gelek welatan li ber konsolosxaneyên Norwêcê xwepêşandanên protestoyî hatin kirin. Parêzerên Gulîzar Taşdemîr ên li Osloyê dest bi têkoşîna hiqûqî kirn. Koma ku ji bo piştgiriya bi Gulîzar Taşdemîr ava bû jî, dest bi kampanya îmzeyan kir.

PARÊZER BÎRKELAND: SKANDALEKE HIQÛQÎ YE

Parêzera Gulîzar Taşdemîr Jan M. Bîrkeland diyar kir ku rayedarên Norwêcê li dijî mafên mirovan sûc kirine û gotin, "Tevî ku li Tirkiyeyê lê dihate gerîn jî, miroveke polîtîk hate radestkirin. Ev yek jî nîşan dide ku hem hiqûqa welêt, hem jî hiqûqa navneteweyî hatine binpêkirin. Ev biryareke sosret e. Li gel hemû hewldanan jî me nekarî pêşî li biryarê bigirin."

Parêzer Bîrkeland da xuyakirin ku wan li Norwêcê 2, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî dozek vekirine û wiha dewam kir: "Beriya ku Taşdemîr bê şandin me li dadgeha jêrîn dozek vekir. Li dadgeheke bilind a li Osloyê û li DMME jî me doz vekir. Niha 3 doz hatine vekirin ku dewam dikin. Em dixwazin biryara hatiye dayin bê betalkirin, eşkere bibe ku li pişt biryarê çi hene û sedema vê biryarê çi ye. Divê Gulîzar Taşdemîr dîsa bînin Norwêcê û mafê penaberiyê jê re bê dayin. Pêwîste zext li Tirkiyeyê were kirin. Ji ber ku hikumeta Norwêcê ji jiyana Taşdemîr berpirsyar e. Ya ku rê li ber vê rewşê vekir û berpirsyar e, ev hikumet e."

KAMPANYA ÎMZEYAN JI BO TAŞDEMÎR

"Koma piştgiriya bi Gulîzar Taşdemîr re" ku li Osloyê ava bû, dest bi kampanya îmzeyan kir. Kampanyayê bi sernavê "Edalet ji bo Gulîzar Taşdemîr" dest pê kir û rayedarên Norwêcê ji ber radestkirian Taşdemîr tên rexnekirin. Komê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Rayedarên Norwêcê ji rewaş heyî ya Taşdemîr berpirsyar in. Em dixwazin Norwêc zextê li Tirkiyeyê bike, bike ku Gulîzar Taşdemîr bê berdan û wê bînin Norwêcê. Ji bo vê jî divê saziyên navneteweyî destekê bidin kampanyaya me." Kampanya îmzeyan a komê li vê adresê ye: