Girtiya nexweş a 73 salî wê li koxûşê bi diyalîzê ve bê girêdan!

Girtiya Nexweş Meles Tekîn ji bo ku were berdan ev 2 meh in li benda rapora Saziya Tiba Edlî ya Edene ye. Rewşa Tekîn giran bûye. Diyar bû ku li girtîgehê wê Tekîn girêdayî diyalîzê bikin.

Meles Tekîn a 73 salî ku bi hinceta ku cezayê wê yê teqez bûyî yê 4 sal û 2 mehan heye, Nîsanê li Mêrdînê hat girtin, piştre sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin. Tekîn ku ji ber nexweşiyn tim dibirin revîrê, ji bo rapora Tiba Edlî şandin Edene. Wê diyar bibe bê k abi raporê wê Tekîn were berdan yan na. Tekîn ji bo vê ev 2 meh in li benda raporê ye.

Bi Tekîn re nexweşiya dil, sing, rajenê û şekir heye. Malbatê got bi taybetî rajena wê tim zêde dibe û hema hema her roj wê dibin revîrê. Diyar bû ku Tekîn bi alîkariya girtiyên di koxuşê de dikare jiyana xwe bidomîne û her wiha hate gotin laşê wê diwerime. Meles ji ber sedema kezebê bi zorê dikare bimeşe. Wê li koxuşê Meles girêdayî diyalîzê bikin.

Hem li girtîgeha Mêrdînê û hem li Xarpêtê ji bo serbestiya kontrolkirî serî lê dabûn lê bi hinceta raporê serlêdan nehatibû qebûlkirin.