Doza Nisêbînê: Heta ku merc asayî nebin em ê parastin nekin

Roja yekem a rûniştina doza 3’emîn a doza 53 kes ên di pêvajoya berxwedana Xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de hatibûn girtin de, bi dawî bû.

Roja yekem a 3’emîn doza di derbarê 53’ê kesên ku piştî berxwedana Xwerêveberiyê ya 26’ê Gulana 2016’an a li navçeya Nisêbînê hatin berdan û şûnde hatin girtin bi dawî bû. Darazandina ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate kirin, li salona konferansa li avahiya Saziya Ewlekariya Sosyal hate kirin.

Rûniştina ku di saetên sibê de destpê kir, piştî navbera danê nîvro, bi parastina Îbrahîm Halîl Ildiz ve dom kir.

Ildız, anî ziman ku hêj şertê darizandina adîl pêk nehatiye û di parastina berê de jî şaşî hatin kirin. Ildiz, wiha got: "Em hemû Kurd in. Em dixwazin di girtekan de ne Tirk wekî Kurd derbas bibe. Em te Tirk in. Hûn Tirk in. Em jî Kurd in. Em dixwazin di nava şertên wekhev û adîl de bên darizandin."

Girtî Osman Uçar jî parastin kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Uçar, anî ziman ku berê parastina nivîskî dabû û hetaı şert û mercên girtiyan neyên başkirin wê parastinê nekin. Uçar, anî ziman ku li girtîgehê xistine odeyên cuda û dest danîne ser alavên wî û parastina wî."

Girtî Firat Çîftçî jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan şermezar dike û wiha got: “Ez tecrida li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ez li Girtîgeha Bandirma dimînim. Min xwest sewqî girtîgeha Amedê bibim. Heta hevdîtina bi malbatê re çareser nebe û hemû hevalên me neyên vir ez wê parastinê nekim. Heta şertên girtîgehê neyên başkirin ez wê parastinê nekim."

Girtî Onur Yilmaz jî anî ziman ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê li ber çavan nayên girtin û heyet guh nade daxwazên wan û wiha got: "Gelek hevalên me bi birîndarî di hucreyan de tên girtin."

Girtî Bayram Sevgin jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şermezar kir û wiha got: "Erdogan hem we û hem jî gelê kurd dixapîne. Em bi kuştinê xelas nabin. Piştî eşkenceya li min hat kirin û min li xwe nerî min êdî xwe nas nekir. Bavê min bi êşkenceyê seqet ma. Ez bi êşên giran mezin bûm. Lê dîsa me xwest aştî bê û kes neyê kuştin. Lê niha ji mere dibêjin Cizîr û Dayika Taybet ji bîr bikin. Lê 40 sal biborin jî ez ji bîr nakim."

Omer Faruk Engin ê li Girtîgeha Osmaniye dimîne jî anî ziman ku li gel Abdulkadir Baybars girtî ye û wiha got: Min xwest sewqî Amed û Mêrdîn bibim. Kengî daxwaza min pêk hat ez dixwazim parastinê bikim.

Parêzerê Engin Prz. Gulbin Şahin Daghan jî parastin kir û got: "Bi sedan rûpel îdîaname heye, lê îdîanameya der barê muwekilêmin de nîv rûpel heye. Tenê ji ber şahidekî nepen tê darizandin. Ti delîl û şopên tiliyan tine ye. Êdî baweriya girtiyan bi dadgehê û edaletê nemaye. Dema em ewil çûn TEM'ê ya Mêrdînê em paşve vegearndin. Di asta dozgeriyê de me muwekîlên xwe dîtin. Gef li me xwarin.

Girtiyan di bin zext û gefan de îfade dan. Nurşan Demir dayika 5 zarokan e. Niha li Wanê girtî ye. Zarok û malbata wê bi mehan e Nurşîn Demîr nabînin. Dayika ku zarokên wê diçin dibistanê girtî be çiqas wîcdanî ye.

Piştî parastina Parêzer Daghan, heteyê doz taloqî sibê kir.