Young Strûggle: Têkoşîna me meşrû ye

Young Strûggle derbarê komên çepgir ên Tirk ku ketine ber şopa îstîxbara Elman daxuyanî da û got, ‘’têkoşîna azadî û sosyalîzmê meşrû ye.’’

Saziya Îstîxbarata Navxwe ya Elman, Rêxistina Parastina Destûrê derbarê xebatên rêxistinên çepgir ên Tirk raporeke berfireh belav kir. Îstîxbaratê got li Elmanya 2500 endamên van koman hene.

Bi taybetî piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê dewleta Elman ya federal ku dixwaze bi rejîma Erdogan re têkiliya xwe geş bike tevgerên çepgir ên Tirk kire bin takîbê. Rêxistina Parastina destûrê li ser van koman raporeke berfireh belav kir.

‘5 TILÎ DIBE KULMEK’

Rêxistina Ciwanan Young Struggele li ser broşûra ku antî propagandaya wê tê kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Youngt Struggle got, ‘’Ji bo ku li dijî kapîtalîzmê em rêxistiniyê geş bikin, em bang li hemû ciwanên hevgirt dikin ku ji bo siberojeke hêjayî jiyanê têbikoşin. Ji bo vê jî; dikarin tiliyekê bişkînin lê 5 tilî dibe kulmek.’’

‘EM RÊXISTINA TÊKOŞÎNÊN MEŞRÛ NE’’

Young Struggle bi berdewamî got,ew dengê xwendekarê Meksîkayî, Katalonî, Polonî, Arjantînî û jinên Îrlandî, ciwanên kuçeyên Parîsê, dengê ciwanên hejar û karkar ên Yewnan û dengê wan penaberan in ku neçar mane welatê xwe berdin û li Yewnan û Behra Spî dimirin. Em ji bo têkbirina mêtingerî, faşîzm û zilmê, rêxistina ciwanan a sosyalîst in’’

Rêxistina ciwanan herî dawî got, ‘’Têkoşîna azadî û sosyalîzmê meşrû ye. Xebatên me yên polîtîk nikarin werin krîmînalîzekirin.’’